Bûrkan El Firat rizgarkirina Girê Spî li hemû gelên herêmê pîroz kir

Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat rizgarkirina herêma Girê Spî diyarî hemû pêkhateyên herêmê û tevahî gelên Sûriyeyê kir

Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat rizgarkirina herêma Girê Spî diyarî hemû pêkhateyên herêmê û tevahî gelên Sûriyeyê kir û got, "Rizgarkirina Girê Spî serketina edaleta mirovahiyê li dijî hovîtiyê ye û serketina rûmeta welatiyên Sûriyeyê û azadiya wan e. Ev serketin nûnertiya vîna azad a mirovahiyê ku li hemberî nexweşiya terorê têdikoşe, dike."

Navenda Çapemeniya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat der barê rizgarkirina bajarê Girê Spî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde rizgarkirina bajêr diyarî hemû pêkhateyên herêmê û tevahî gelên Sûriyeyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev serketin bi saya hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk hatiye.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat wiha ye:

"Wekî ku beriya çend mehan me soz dabûn gelên Sûriyeyê, Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat mizgîniya rizgarkirina tevahî herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê dide hemû pêkhateyên herêma Girê Spî. Berxwedana leheng a tabûrên di bin sîwana Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat de asta girîngiya hevkariya bi welatiyên herêmê re diyar dike.

Bê guman rizgarkirina bajarê Girê Spî ku wekî navenda avakirina 'xîlafeta DAIŞ’ê bû, nîşana herî ber bi çav a temambûna derfet û hêzên niştimanî ya şikandina terorê ye. Çiqas asta hovîtiya çeteyan mezin be jî, ev hevgirtina niştimanî ya hevbeş di bin sîwaneya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat de wêneyekî erênî ya hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê di qada navneteweyî û herêmî de diyar dike.

Mîrateya dîroka jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û bi taybet ji herêma Kobanê heta Cizîrê hemû îdîayên tevliheviyê vala derxist. Dîsa rastiya dîroka Sûriyeyê û hevgirtina stratejîk a parastina erdnîgariya  Sûriyeyê li dijî hewldanên parçekirinê derxist holê.

Me wekî endamên Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat ji destpêka avakirina wê ve soz da gelê Sûriyeyê ku em ê herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyan paqij bikin. Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat li ser bingeha rêgezên xwe li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ti carî lewaztiyê nas nake û ti carî hewldanên rewakirina DAIŞ’ê qebûl nake.

Gelek caran me diyar kir ku em di rizgarkirina hemû gund û bajarokên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bi israr in û em ê hemû pêkhateyên herêmê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û mal û milkên welatiyan li gorî qanûnên navneteweyî biparêzin. Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat bi rizgarkirina Girê Spî têkoşîna xwe bes nake.  Ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û edalet ku tê de mafên hemû pêkhate û beşên civaka Sûriyeyê were parastin, Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat li ser asta tevahî Sûriyeyê têkoşîna xwe bidomîne.

Em wekî Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat serketina Girê Spî serketina edaleta mirovahiyê li dijî hêzên teror bi nav dikin. Ji ber vê yekê ev serketina rûmeta welatiyên Sûriyeyê û azadiya wan e. Em vê serketinê diyarî tevahî gelên Sûriyeyê ku birçiyê azadiyê ne dikin. Ev serketin nûnertiya vîna azad a mirovahiyê li hemberî nexweşiya terorê ye."