Parlamenterên HDP’yî mazbateyên xwe wergirtin

Parlamenterên HDP’a li Şirnex û Amedê ku mora xwe li serketineke mezin xist mazbateyên xwe girtin.

Parlamenterên HDP’a li Şirnex û Amedê ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de mora xwe li serketineke mezin xist mazbateyên xwe girtin.

ŞIRNEX

Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Faysal Sariyildiz, Aycan Irmez û Ferhat Encu hatin Edliyeya Şirnexê û mazbateyên xwe stendin. Parlamenter Sariyildiz got partiya wan û kevneşopiya wan a siyasî li Şirnexê serketineke girîng bi dest xistiye.

AMED

10 parlamenterên HDP’ê yên Amedê jî mazbateyên xwe li Salona Semînerê ya Baroya Amedê ya li Edliyeya Amedê wergirtin. Di merasîmê de Ligel parlamenterên Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, rêveberên HDP û DBP’ê jî amade bûn. Parlamenterên mazbatayên xwe wergirtin paşê bi parêzerên Baroya Amedê re hatin gel hev û wêne kişandin.

...