Yuksekdag: Divê astengiya li pêşiya hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê rakirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag, nêzîkatiya xwe ya li mijara koalîsyonê bi gotina "Deriyê me li hemû daxwazên demokratîk vekiriye" vegot û destnîşan kir ku divê ew tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag, nêzîkatiya xwe ya li mijara koalîsyonê bi gotina "Deriyê me li hemû daxwazên demokratîk vekiriye" vegot û destnîşan kir ku divê ew tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Yuksekdag ji bo azadkirina Girê Spî jî got, "Kesên digotin Kobanê li ber ketinê ye, piştgirî didan wan û li dijî hovîtiyê derneketin, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de têk çûn. Girê Spî yê digotin keleha çeteyên DAIŞ'ê ye û nakeve, ket. Li hemberî hovîtiyê, ev serketineke mezin e."

Hevserokên Rêxistinên HDP'ê yên bajaran ji bo encamên hilbjartinê binirxînin li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqere hatin cem hev. Berî civînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag der barê bûyer û qewimînên di rojevê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Yuksekdag bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a ku wê bi serokên 4 partiyên ketin meclîsê re hevdîtinê bike û diyar kir ku Erdogan encameke erênî ji encamên hilbijartinê dernexistiye. Yuksekdag got: "Serokkomar bi bangekî wisa dide nîşandan ku encameke baş ji 7'ê Hezîranê dernexistiye. Encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê daxwaza mîsyona hemû kesan e. Yê van hevdîtina bike Serokkomar nîne." Yuksekdag têkildarî pirsên nîqaşên li koalîsyonê jî anî ziman ku heta niha ti daxwazeke fermî li wan nehatiye kirin û got: "Heta niha ji tu partiyan daxwazekî fermî nehatiye. Me berê jî gotibû deriyê me li hemû daxwazên demokratîk vekiriye. Em her tim ji muzakereyan re vekirîne. Di hilbijartinên 7'ê Jezîranê de serketineke gel a mezin derket holê."

Yuksekdag da zanîn ku tabloya piştî hilbijartinê derketî holê gelek girîng e û li Tirkiyeyê ji sedî 60 ji siyaseta ez ezî û otorîter re gotiye"na" û wiha pê de çû: "Ji siyaseteta piralî ya demokratîk re gotin erê. Pêwîste di vê pêvajoyê de ti kes nebêje xeta min a sor heye. Ev nêzîkatî tê wateye ti tişt ji hilbijartina 7'ê Hezîranê dernexistiye. Me jî ji bo hikûmet bê avakirin heyetek ava kir. Em di siyaseta Tirkiyeyê de nabin aliyê krîzê, em ê bibin aliyê krîzê çareser dike. Me rolek hilgirt. Em weke HDP ji her wezîfeya dikeve ser milê xwe re amade ne bicih bînin."

'DIVÊ EM DEMEK JI YA DIN ZÛTIR BIÇIN ÎMRALIYÊ'

Yuksekdag der barê astengkirina hevdîtinên wan ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman ku beriya 4 rojan wan ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê bersiv negirtine. Yuksekdag got, "Lê hevdîtina em ku li Îmraliyê ji bo çareseriyê pêk bînin gelekî girîng e. Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, siyaset bê rewşeke stabîl, girîng e. Ji ber ku dengên ku di 7’ê Hazîranê de hatin dayîn dengên ji bo aştî û çareseriyê ne. Cihgirtina HDP'ê li Meclîsê bi rêjeya ji sedî 13.1 a dengan, nîşan daye ku Tirkiye û gelên Tirkiyeyê dixwazin pêvajoya aştî û çareseriyê bidome. Divê astengiyên li hemberî hevdîtina bi Birêz Ocalan re bên rakirin. Em encamên ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de derketine wekî li hemberî îradeya hilbijêran rêzdayînê dibînin. Eger desthilatdarî piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê divê hemû astengiyan rake. Divê bi Îmraliyê ve di demeke kin de hevdîtin bê kirin. Bi rêya heyeta me ve bi Qendîlê re hevdîtin tên kirin."

'KANTONÊN KOBANÊ Û CIZÎRÊ GIHÎŞTIN HEV'

Yuksekdag bal kişand ser pêngava YPG/YPJ'ê ya paqijkirina Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê û diyar kir ku Girê Spî ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Yuksekdag got, "Kantonên Cizîrê û Kobanê gihîştine hev û me agahiya ew der ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin girtine. Cihê kêfxweşiyê ye. Li dijî êrîşê hovane mewziyeke girîng e. Hebûna PYD’ê ya li wir ji bo gelên herêmê jî berpirsyariyeke mezin e. Di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê qenciyeke.”

'KELEKA DAIŞ'Ê KET'

Yuksekdag da zanîn ku gelên Tirkmen û Ereb jî bi qatlîamê re rû bi rû mane û ev tişt anî ziman: "100 mirov ji ber ku derî girtî bû li ber çavên cîhanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Siyaseta qirkirinê rû da. Di vê qirkirinê de guneh û sucê desthilatdariya AKP’ê zêde ye. Encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî encamên vî sûc û gunehê ye. Yên ku gotin 'Kobanê dikeve' piştgiriyê didin, siyaseta ku li dijî hoviyê dengên xwe dernexist di 7’ê Hezîranê de têk çû. Keleha çetayan a ku wan digotin nakeve, çi xweş e ku ket. Li dijî hovîtiyê serketineke mezin e. Me got mirovahiya mezin û di 7’ê Hezîranê de bi ser ketin. Şukur li Rojava, li Tel Abyadê mirovahî bi ser ket. Tê wateya ji bo hemû gelên herêmê û gelên Tirkiyeyê rê hatiye vekirin."