Karayilan: Çareseriya bêyî azadiya Rêber Apo çareserî nîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Azadiya Rêberê me ji bo me esas e. Beriya her tiştî, çareseriyek bêyî azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, ji bo me ne çareserî ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Azadiya Rêberê me ji bo me esas e. Beriya her tiştî, çareseriyek bêyî azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, ji bo me ne çareserî ye.

Karayilan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêveçûna ji niha û pê ve ya pêvajoyê ji ANF'ê re nirxand.

Karayilan got, "Her kes dibêje 'pêvajoya çareseriyê' lê belê gelekî kêm mirov dibêjin 'ev pêvajo çi ye û çareserî wê bi çi rengî pêk were'. Em jî dibêjin pêvajoya çareseriyê, AKP'ê jî berê digot pêvajoya çareseriyê. Her kes ji çareseriyê tiştekî cuda fêm dike. Weke pirsgirêka sereke ya TC a divê çareser bike, pirsgirêka demokrasiyê û pirsgirêka Kurd heye. Tespîta hin derdoran a li ser pirsgirêka Kurd ku dibêjin 'pirsgirêkeke çareseriya wê ne lezgîn e' tespîtên şaş û seqet in."

Karayilan diyar kir ku Tirkiye di rewşeke girîng de ye û anî ziman ku gelê Kurd bi vê hilbijartinê re vîna xwe nîşan daye. Karayilan anî ziman ku gelek Kurdên berê deng didan AKP'ê, ji ber ku AKP'ê got, 'Pirsgirêka Kurd nîne, pêvajoya çareseriyê qediya ye' deng nedane AKP'ê û destnîşan kir ku civaka Kurd di sindoqê de nîşan daye ku ew çareseriya vê pirsgirêkê dixwaze.

Karayilan da zanîn ku bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku çareseriya pirsgirêka Kurd xwe ferz dike û got, "Herêma Rojhilata Navîn îro dikele. Her kes di nava lêgerîna maf, di nava têkoşînê de ye. Kurd jî wê êdî di nava vê hevsengiyê de cihê xwe diyar bikin."

Karayilan destnîşan kir ku civaka Kurd êdî bi hev re mayîna ji neçarî êdî qebûl nake û dixwaze ev yekîtî yekîtiyeke ji dil be, yekîtî û hevpariyeke wekhev û azad be.

Karayilan got, "Siyaset û dewleta Tirk wê rê li ber vê veke yan veneke; wê rastiya vîna civakî ya Kurdan afirandiye bibîne yan nebîne; wê Rêbertiya gelê Kurd nas bike yan neke; Wê qirkirin, komkujiyên û kuştinên kiryar nediyar ên bi salan li hemberî gelê Kurd kiriye weke dewletê qebûl bike û mehkûm bike yan na; pêwîste ev hemû werin fêmkirin. Lewma em di pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî de ne."

'EM Ê RÊ NEDIN MIJÛLKIRINÊ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da zanîn, bi tecrûbeyên xwe yên heta niha re ew ê rê nedin mijûlkariyê û ev xal destnîşan kir: "Bila ti kes ranebe ji me re nebêje 'Vaye HDP'ê di hilbijartinê de encameke serketî bi dest xist, hûn hînê çi dixwazin?'. Rast e ev serketin ne serketineke biçûk were dîtin e. Serketina hemû pêkhateyên tegera azadiyê, kedkar û hêzên demokratîk, sosyalîst û çep ên Tirkiyeyê ye. Nabe biçûk were dîtin. Lê belê pirsgirêka Kurd gelekî giran û kûr e. Vê serketinê çareseriya pirsgirêka Kurd ferz kiriye, mercên çareseriyê kamilandiye. Tevî vê yekê jî eger dewleta Tirk û hêzên wê yên serdest xwe nêzî çareseriyê nekin, cihê ku ev yek biçê şerekî mezin e."

'ÇARESERIYA BÊYÎ AZADIYA RÊBER APO Û GIRTIYÊN SIYASÎ JI BO ME NEÇARESERÎ YE'

Karayilan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di vê mijarê de xusûseke din a divê were zanîn jî ew e, ku em ne HDP ne, HDP jî ne PKK ye. Hin derdor hewl didin HDP û PKK'ê weke hev, yek nîşan bidin. HDP rêxistinbûyîneke siyasî ya ji gelek pêkhateyên di projeyeke demokratîk de li hev civiyan e. Bi taybetî weke gerîla, haya me ji berpirsyariyên me yên li pêşberî civaka Tirkiyeyê heye. Beriya her tiştî ji holê rakirina sîstema zextdar a mêtînger û azadiya gelê me û Rêberê me ji bo me ya diyarker e. Beriya her tiştî, çareseriyek bêyî azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, ji bo me ne çareserî ye. Ji vê saetê û şûn ev ragirtina Rêber Apo û tecrîda li ser wî, rewşeke bê qebûlkirin nîne. Xusûsa bingehîn a divê bi lezgînî were çareserkirin ev e. Waye Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê serlêdan kiriye, lê hînê bersivek jê re nehatiye dayîn. Dibe ku were gotin hînê hikûmet nehatiye avakirin, lê belê li holê dewletek heye, daîmiya dewletê heye. Gelê me, hemû hevrêyên me yên li Tirkiyeyê, alîgirên demokrasî û aştiyê dixwazin vê fêm bikin: Ev dewlet dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike û Tirkieyyê demokratîk bike, yan naxwaze? Ji ber ku xala navendî di avakirina koaîsyonan de jî ev e. Di vî warî de HDP jî xwedî nêzîkatiyeke teng e. HDP, mîna ku pirsgirêkeke bi vî rengî nîne dibêje 'em ê bibin mûxalefeteke têkoşer a bi rûmet'. Hela destpêkê em çareseriya vê pirsgirêkê zelal bikin. Çareserî wê çawa be? Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, dewleta Tirk nikare ber bi pêş ve gavekê biavêje. Pirsgirêka Kurd çareser nebe, li ser navê demokratîkbûyînê çi were gotin, wê fort be.

Li aliyê din, xeterî heye ku hêzên leşkerî di her kêliyê de li hev rast bên. Niha hêzên dewleta Tirk bi awayekî berfireh di nava hewldanan de ne. Mînak; ev xebatên keşfê yên artêşa Tirk di nava 3 rojên dawî de meşand, ancax di dema şer de werin meşandin. Her wiha li Dihê ji ber operasyonên artêşa Tirk şer derket û hevrêyeke me ya giranbuha ya bi navê Sarya Onûr şehîd ket. Em heta niha bi awayekî yekalî li gorî mercên agirbestê tevgeriyan. Lê belê heta ku agirbest neyê zexmkirin, pêvajo nema dikare bi pêş ve biçe. Divê her kes vê zanibe. Em ê heta kengî xwe vegirin? Pêwîste Meclîsa Tirkiyeyê bi awayekî fermî dest biavêje vê rewşê. Bi vebûna Meclîsê re mijara ku divê ewilî bibe rojev, ev e. Ji bo çareseriya pirsgirêkê veguhere mijareke qanûnî, li ser bingeha destpêkirina muzakereyan agirbesteke zexmkirî ji aliyê her du aliyan ve bê qebûlkirin, weke sermûxatab û sermuzakerevan Rêber Apo û heyeta aliyê Kurd di asta wekhev de tevlî hevdîtinan bibe, divê derfetên pêwîst biafirîne. Yanî pirsgirêk mijareke lezgîn e ku nabe bê taloqkirin."

'YA PIRSGIRÊKA KURD WÊ ÇARESER BIBE, YAN JÎ EV GEL WÊ ÊDÎ RÊYA XWE BI XWE DIYAR BIKE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd êdî gihaştiye asta herî bilind û got, "Ya wê çareser bibe, yan jî ev gel wê êdî rêya xwe bi xwe diyar bike. Navbera vê nîne. Dema em vê dibêjin jî em gefê li kesî naxwin. Rastî ev e. Eger tê xwestin ku rewşa heyî ya li Tirkiyeyê rast bê xwendin, pêwîste ev bên dîtin. Lewma em dixwazin vê yekê destnîşan bikin; Niha di pratîkê de rewşeke gelekî hesas heye. Eger erka siyasî mijarê weke mijara sereke nenirxîne, ji bo çareseriya pirsgirêkê gavan neavêje, pêvajo wê ber bi nuqteyeke xetere ve biçe."

Karayilan anî ziman ku gelê Kurd di nava sîstemeke demokratîk û xweser de dixwaze bi Tirkiyeyê re bijî û got, "Eger hêzên siyasî yên Tirkiyeyê xwe nêzî vê nekin, hingî wê gelê Kurd avakirina sîstema xwe ji aliyê xwe ve, esas bigire. Bi hêza xwe dikare sîstema xwe ya kantonî ava bike."

'PÊWÎSTÎ BI ÇARESERIYEKE ZELAL, MAYÎNDE Û QANÛNÎ HEYE'

Karaylian da xuyakirin ku pêwîstî bi gavên çareseriyeke xwe zelal, mayînde û qanûnî heye û ev nirxandin kir: "Mînak; em dizanin ku ji sala 2006'an û vir ve di astekê de çareserî di rojevê de ye. Di vê mijarê de gelek nîqaş hatin kirin. Li Oslo, li Îmraliyê yan jî li deverên din. Lê belê Erdogan beriya hilbijartinê bi carekê ve goti 'Pirsgirêka Kurd nîne', 'mase nîne' û dûre jî rabû got 'Heyeta Şopandinê ne rast e, daxuyaniya li Dolmabahçeyê şaş e'. Yanî her tişt înkar kir. Jêbirina her tiştî bi carekê ve, gelo rewşeke pêbaweriyê dihêle? Na. Niha çi wê were kirin, wê xal bi xal were kirin û bê îmzekirin. Wê qanûna wê bê derxistin. Heta ev nebe ne pêkane ku ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşketin çêbibe.

'EM JI ÇARESERIYÊ RE VEKIRÎ NE'

Em weke tevger ji çareseriyê re vekirî ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê bi rêbazên aştiyane-demokratîk, hebûna HDP'ê bi 80 parlamenteran re li parlamentê, şenseke, derfeteke mezin e. Lê belê eger ev şens û derfet neyê dîtin û careke din di siyaseta tekparêziyê ya berê de israr bê kirin û şîdet were ferzkirin, divê her kes zanibe ku ev rewş wê bi xwe re xeteriyên mezin bîne. Ez vê yekê destnîşan bikim: Ragirtina Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdê de, şîdeta herî mezin e û nepêkane ku ev yek bê qebûlkirin, nepêkane ku hêzên me yên gerîla xwe li vê rewşê rabigirin. Bendewariya me ew e ku ev mercên erênî yên ji bo çareseriya bi rêbazên aştiyane û demokratîk, rast bên nirxandin û ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd gavên pêwîst werin avêtin."

Karayilan herî dawî bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê yên welatparêz kir, ku di vê dema dîrokî de, tevlî refên gerîla bibin.