'Serketina li dijî DAIŞ'ê serketina li ser navê hemû mirovahiyê ye'
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: Serketina bi pêşengiya YPG'ê li dijî DAIŞ'ê hatiye bi dest xistin, serketina li ser navê hemû mirovahiyê ye.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: Serketina bi pêşengiya YPG'ê li dijî DAIŞ'ê hatiye bi dest xistin, serketina li ser navê hemû mirovahiyê ye.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: Serketina bi pêşengiya YPG'ê li dijî DAIŞ'ê hatiye bi dest xistin, serketina li ser navê hemû mirovahiyê ye.
Karayilan şerê li dijî DAIŞ'ê ji ajansa me re nirxand.
Karaylian da xuyakirin, ku di çarçoveya Pêngava Şehîd Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji Kantona Cizîrê û Pêngava Şehîd Fermandar Gelhat a ji Kantona Kobanê de, azadbûna Girê Spî pêşketineke gelekî girîng e û got, "Ev serketineke mezin e. Li ser navê tevgera me, YPG, YPJ û Hêzên Bûrkan El Firat pîroz dikim, ji ber vê serketinê wan silav dikim. Hemû gelên Rojava Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî ji ber keda xwe ya mezin a di vê serketinê de pîroz dikim, silav û hurmetên xwe pêşkêşî wan dikim. Di serî de Rûbar Qamişlo û Gelhat, hemû şehîdên leheng ên bi ruhê berxwedana Kobanê di rêya biratî û azadiya gelan de canê xwe feda kirin bibîr tînim. Bîranînên wan wê di têkoşîna azadiyê ya gelê me û gelên herêmê de were jiyîn."
Karayilan da xuyakirin ku gihîştina hev a her du kantonan û paqijbûna herêma Girê Spî ji çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê, rewşeke nû ye û destnîşan kir ku ev rewş wê rê li ber pêşketinên nû jî veke.
Karayilan diyar kir ku DAIŞ, tevî ku bûye belayê serê gelên Sûriyeyê, di heman demê de qirêjiyek li hemberî Îslamiyetê ye û çeteyeke gurûh e ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd weke tetîkêş tê bikaranîn. Karayilan got, "Ev gurûh ji bo tevahiya mirovahiyê xeterî ye. Lewma serketina bi pêşengiya YPG'ê li hemberî DAIŞ'ê bi dest ketiye, serketina hemû mirovahiyê ye. Azadkirina Girê Spî, ne tenê ji bo gelê li wê herêmê, ji bo tevahiya mirovahiyê rewş û serketineke girîng e. Bi taybetî serketina mezin a berxwedana Kobanê ya dîrokî ya YPG/YPJ'ê, ku hemû cîhan bû heyranê wê û ji bo hemû hêzên demokrasiyê yên li herêmê jî bû çavkaniya rûmetê, her wiha, azadkirina herêmên Til Hemîs-Til Berak bi pêşengiya YPG'ê, serketina tevgera azadkirina Çiyayê Kizwanan û derdora wê û herî dawî jî serketina Tevgera Girê Spî, hem ji bo gelên Rojava, hem ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê, hem jî ji bo hemû mirovahiyê zemîneke xurt a pêşketinên girîng, afirandiye.
Beriya her tiştî ji ber gihîştina hev a her du kantonan, ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşketineke mezin û destketiyeke giranbuha ye. Ev serketin ne tenê azadbûna Girê Spî ye, di heman demê de xurtkirina serketin û azadiya Kobanê ye. Vê serketinê dorpêçiya Kobanê jî bi temamî şikandiye û hesabên hêzên cuda pûç kiriye. Lewma serketina vê pêngavê, ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşketineke nû û girîng e."
'JI BO ŞOREŞA SÛRIYEYÊ PÊNGAVEKE GIRÎNG A DESTPÊKÊ YE'
Karayilan anî ziman ku ev yek di heman demê de ji bo Şoreşa Sûriyeyê jî pêngaveke girîng a destpêkê ye û got, "Ev yek ji bo şoreşa demokratîk a Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û hemû gelên li Sûriyeyê derketiyeke girîng e. Weke ku tê zanîn Şoreşa Rojava, şoreşeke ku Perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo esas digire û vê perspektîfê bicih tîne ye. Li ser bingeha vê Perspektîfa Neteweya Demokratîk, bi taybetî li Kantona Cizîrê prototîpeke girîng hatiye afirandin. Ev niha niha li nava gelan belav dibe û ji bo hemû gelên li Sûriyeyê dibe çarçoveyeke çareseriyê."
QONAXEKE NÛ DESTPÊ KIRIYE
Karayilan destnîşan kir ku azadkirina Girê Spî ji bo tevahiya Kurdan destketiyeke girîng e û got, "Pirsgirêka Kurd êdî ne li qonaxa beriya mehekê ye. Derbasî qonaxeke nû bûye. Qonaxa nû, qonaxa nîşandana vîna gelê Kurd a ji bo jiyana bi vîna xwe ya cewherî, çand, ziman û kevneşopiya xwe ye. Ev yek li hemû parçeyan çareseriya pirsgirêka Kurd ferz dike."
Karayilan ji bo îdîayên ku dibêjin 'YPG/YPJ'ê xalîkirina etnîkî dikin' ev nirxandin kir: "Îdîrayên bi vî rengî bi zanebûn tên kirin, dûrî ji rastiyane û derewên li dora maseyê hatine kirine. Ji ber ku em dizanin ku stratejiya Şoreşa Rojava û hêzên YPG'ê, stratejiya Neteweya Demokratîk e. Yanî stratejiyeke ku hemû gel û etnîkan hembêz dike ye."
ERDOGAN Û HIKÛMETA AKP'Ê JI RIZGARBÛNA GIRÊ SPÎ GELEKÎ ACIZ IN
Karayilan li ser helwest û daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên li ser rizgarbûna Girê Spî wiha axivî: "Em baş dizanin ku di serî de Erdogan, hikûmeta AKP'ê ji rizgarbûna Girê Spî gelekî aciz in. Her wiha Dewleta Sûriyeyê û hin hêzên din ên cuda jî aciz in. Tê zanîn hefteyek piştî ku hêzên DAIŞ'ê par êrîşî Kobanê kirin Erdogan got, 'Kobanê dikeve, li ber ketinê ye'. Me jî di wê demê de gotibû, 'Ne Kobanê wê Til Ebyad bikeve'. Niha ya me got, pêk tê. Sedema vê yekê ew e, ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê rastiya herêmê û potansiyela azadiyê ya gelê Kurd nikarin rast bixwînin. Ji ber vê yekê her tim tespîtên şaş kirin. Lê em tevgereke ku rastiya herêmê rast dixwînin û bi dînamîkên azadiyê yên gelê Kurd ên li her parçeyî baş dizanin e. Her wiha weke PKK, tiştekî ku nebe, em nabêjin wê bibe. Tiştê ku bibe em bilêv dikin.
Di vir de dixwazim vê jî destnîşan bikim: YPG, YPJ û hêzên Bûrkan El Firat, hêzên ku em, gelê Kurd û hêzên demokratîk-çep ji derve ve destekê didin wan e. Em di wê baweriyê de ne ku serketina wan qezenca hemû gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê, ya me dikin destekek ji derve ye. Lê yên rola esasî dilîzin, mora xwe datînin binê van pêşketinan, ew lehengên li wê derê sîng bi sîng li dijî dijmin şer dikin e, şehîd din. Helwesta me jî xwedîderketina li van serketinên mezin û bicihanîna wezîfeya xwe ya piştevaniyê ye."
'PÊWÎSTÎ BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ HEYE'
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku doza azadiyê ya gelê Kurd derbasî qonaxeke gelekî girîng a dîrokê bûye û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî: "Di vê qonaxê de ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtî, piştevanî û hevkariya neteweyî heye. Bi rastî jî di roja îro de li Rojhilata Navîn yekane hêza dikare li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe bide, têbikoş e, gelê Kurd e. Têkoşîna gelê Kurd a li Rojava û Başûr li pêş çavan e. Gelê Kurd bi avantajên vê yekê re dikare li herêmê bibe aktorekî xurttir bi bandor. Ji bo vê jî pêwîstî bi platformeke neteweyî heye."