PYD'ê rizgarkirina Girê Spî pîroz kir

Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) rizgarkirina bajarê Girê Spî li hêzên hevbeş û hemû gelê Sûriyê û Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku rizgarkirina Girê Spî wê bibe destpêka rizgarkirina tevahiya Sûriyeyê.

Desteya Rêveber a PYD’ê têkidarî rizgarkirina Girê Spî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyed) li hemû gelê Sûriyê û hêzên hevbeş hate pîrozkirin û hate ragihandin ku serketina li Girê Spî destpêka serketina projeya Sûriyeyê Demkratîk û xelasbûna ji hemû çeteyane. PYD’ê da zanîn ku berxwedana ji bo avakirina Sûriyeya demorkatîk a ku mafê hemû pêkhateyan biparêzê wê dom bike.

Komîteya Rêveber a PYD’ê bang li hemû hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê kir ku xwe li gorî yekîtiyekê ji nû ve birêxistin bikin û li dijî rejîma desthilatdar û çeteyên terorîst ên tarî derkevin.