Ji Şaredariya Mêrdînê ji bo 8 hezar û 300 malbatan pakêtên Ramazanê

Bi dirûşma, "Alîkarî rûmeta Meha Remezanê ye” Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di Meha Remezanê de wê pakêtên Remezanê bigihîne 8 hezar û 300 malbatên xizan.

Bi dirûşma, "Alîkarî rûmeta Meha Remezanê ye” Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di Meha Remezanê de wê pakêtên Remezanê bigihîne 8 hezar û 300 malbatên xizan.

Serokatiya Daîreya Xizmetan a Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dirûşma, “Alîkarî rûmeta Meha Remezanê ye” bi munasebeta Meha Remezanê dest bi xebatan kir, wê pakêtên Remezanê bigihîne malbatên xizan. Di pakêtan de beqliyata hişk, taştê, meqerna, rûn, şekir û hwd. xurek heye. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Mezin têkildarî mijarê got: "Bi wesîleya Meha Remezanê bi armanca tevkariya bi malbatên aboriya wan kêm re, em ê xebateke wiha bi şaredariyên me yên navçeyan re bimeşînin.”

Piştî daxuyaniyê hat gotin ku hêvî dikin Meha Remezanê aştî û hizûrê bîne. 

...