'Divê Ocalan azad be, agirbest zexm be'
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran banga azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexmkirina agibestê kirin û anîn ziman ku divê Meclîs însiyatîfekê nîşan bide.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran banga azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexmkirina agibestê kirin û anîn ziman ku divê Meclîs însiyatîfekê nîşan bide.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran banga azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexmkirina agibestê kirin û anîn ziman ku divê Meclîs însiyatîfekê nîşan bide.
Nerazîbûna li hemberî hikûmeta AKP'ê ya ku tecrîdê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, dewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ji ANF'ê re peyivîn û xwestin Ocalan azad bibe û agirbest were zexmkirin.
BECERÎKLÎ: DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî: Di diyaloga bi AKP'ê re ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de, dihat zanîn ku AKP samîmî nîne. Ji roja hilbijartinan destpê kir û pê ve, helwest û daxwaza AKP'ê derket holê. Li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran hat meşandin, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe zext li gelê Kurd kir. Di vir de çareseriya pirsgirêka Kurd hat sekinandin. Eger AKP'ê bi samîmî nêzî vê pêvajoyê bibûya, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê tecrîdeke ewçend giran li hemberî mîmarê sereke yê vî karî Birêz Ocalan nemeşanda. Têkiliya Birêz Ocalan a bi gel û rêxistinê re bi vî rengî nedihat qutkirin. Ev helwesteke şaş e, tiştekî were qebûlkirin nîne. AKP an jî rayedarên dewletê, eger dixwazin çareseriya pirsgirêka Kurd dewam bike, divê tavilê tecrîdê ji holê rakin. Pêwîste muzakere di vê çarçoveyê de bi lezgînî werin meşandin. Heta ku Birêz Ocalan azad bibe, divê muzakere dewam bikin. Kurd wê ti carî maseyê xera nekin, lê belê ji bo pêkhatina agirbesta zexm divê Birêz Ocalan di nava şert û mercên azad de be. Divê AKP ji niha û pê ve dest ji helwestên dikare kaosê di nava gelan de biafirîne, berde.
ATALAN: TECRÎD PROVOKASYONA JI BO TÊKBIRINA PÊVAJOYÊ YE
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan: Şertê destpêkê ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe di nava mercên azad de bi gel û tevgera xwe re diyalogê deyne. Ancax bi hewldanên Birêz Ocalan re dikare pêşî li şerekî gengaz were girtin. Ev gavên dewlet biavêje dikare agirbestê mayînde bike. Ji bo Birêz Ocalan afirandina mercên azad pêwîstî ye. Yanî rewşeke ku li gorî daxwaza rayedarên dewletê, carna tecrîd, carna jî çûn û hatina heyetan, nayê qebûlkirin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, provokasyoneke ji bo têkbirina pêvajoya çareseriyê ye. Pêwîste di vê mijarê de dewlet bi aqilane tevbigere, Rêberê Gelê Kurd Ocalan serbest berde û Ocalan bi vî awayî karibe bi awayekî azad bi gel û tevgera xwe re diyalogê çêbike. Bi vî rengî li şûna şerekî gengaz, wê rewşa aştiyane mayînde bibe. Bi xwedîderketina civakê re bi pêşniyarnameyekê re ji bo Meclîs pêvajoya çareseriyê bimeşîne, divê partiyên din ên siyasî însiyatîfê werbigirin.
TEKÎK: DIVÊ AGIRBESTA ZEXMKIRÎ BÊ RÛNIŞTANDIN
Serokê Sendîkaya Petrol-Îşê şaxê Êlihê Mûstafa Tekîk: Beriya her tiştî siyaseta Tevgera Azadiyê ya Kurdan yekemcar gel û kedkarên Tirkiyeyê li hev civand. Bê guman rêjeya ji sedî 13'an serketineke mezin e û derdorên ku ji vê serketina tevgera Kurd ne razî ne, xist nava fikaran. Di serî de AKP hin hêzên sîstema Tirkiyeyê temsîl dikin û hin derdorên li derveyî tevgera azadiyê, aciziya wan a di vî warî de tê zanîn. Bê guman di vê mijarê de biryara gelan, li aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Bi awayekî xwezayî Tevgera Azadiyê ya Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û yên dewletê bi rêve dibin xwedî bendewariyan e; Tevgera Kurd jî ev formule kir. Bi dîtina me ev daxwaza rasyonel e.
Ya yekemîn, mîmarê hevgirtina mûezem a li Tirkiyeyê Birêz Ocalan e, her kes vê dibîne û venaşêre. Her wiha gelek derdor dizane ku şagirtên Birêz Ocalan û tevgera wî, li dijî zext, zilm û tekparêziya li Rojhilata Navîn, ronahiyê temsîl dikin. Xurtbûna têkiliya biratiyê, hevgirtin û daxwaza azadiyê bi afirandina mercên xebata azad a Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Pêwîste em bi vê yekê bi hemû samîmiyeta xwe bînin ziman. Ya duyemîn jî; weke gel, weke mirovên dil dane avakirina jiyana azad û aştiyê, em dikarin vê bêjin: Ev sê sal in zemînek heye ku xwîn lê nayê rijandin. Di vir de bi awayekî sergirtî be jî, agirbesta her du aliyan roleke girîng dilîze. Di nava sala dawî de gelek provokasyon û bûyer rû dan. Di serî de li Amedê li gelek bajarên Kurdan, li gelek bajarên Tirkiyeyê li hemberî tevgera Kurd, gelê Kurd provokasyonên mezin derketin holê. Lê belê hem gelê Kurd hem jî saziyên Kurdan gelekî erênî û bi sebir tevgeriyan Di vê pêvajoyê de daxwaza hevpar a Kurd, Tirk, Ermenî, Elewî, Sûnî û hemû beşên civakê pêkhatina agirbesta dualî ya zexmkirî ye. Pêwîste ji saziya rêveberiya cewherî ya Kurdan re hurmet were nîşandan.