BI DÎMEN

Li Mexmûrê pîrozbahiya Girê Spî

Rizgarbûna Girî Spî bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê, li gelek cihên Kurdistanê bi xwepêşandanên kêfxweşiyê hat pêşwazîkirin. Duh êvarê li Mexmûrê, tevgera ciwanan pîrozbahiyek lidar xist.

Rizgarbûna Girî Spî bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê, li gelek cihên Kurdistanê bi xwepêşandanên kêfxweşiyê hat pêşwazîkirin. Duh êvarê li Mexmûrê, tevgera ciwanan pîrozbahiyek lidar xist.

Rizgarbûna Girê Spî ji binê dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê, li Mexmûrê-Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. 

Di pîrozbahiya duh êvarê ya tevgera ciwanên Mexmûrê de bi sedan kes amade bûn. Beşdaran bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" azadbûna Girê Spî pîroz kirin. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

Çeteyên DAIŞ'ê di meha Tebaxê ya par de êrîşeke berfireh û giran biribûn ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û di encama parastina hevpar a gerîlayên HPG'ê, hêzên milîs ên Mexmûrê û pêşmergeyan de, çeteyan windahiyeke giran dabûn û neçar mabûn xwe vekişînin.

...