Encamên civîna Konseya Rêveber a KNK'ê hatin aşkerakirin

Konseya Rêveber a KNK'ê, li ser bûyer û rûdanên di rojevê de civiya û encamên vê kombûna xwe ya periyodîk, bi daxuyaniyekê parve kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê, li ser bûyer û rûdanên di rojevê de civiya û encamên vê kombûna xwe ya periyodîk, bi daxuyaniyekê parve kir.

Konseya Rêveber di destpêka daxuyaniya xwe de serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pîroz kir û got, "KNK hilweşandina benda ji seda dehê ya hilbijartinê wekî derbaskirina bendeke hejmarî nabîne, di hilweşandina rejîma dagirker a Tirkiyeyê de serketineke mezin dibîne ku ev qonaxeke nû ya têkoşîna dijî rejimê îfade dike. HDPê di van hilbijartinan de, di navbera Kurd, Kurdistanî û gelên Tirkiyeyê de cepheyeke panh û berîn pêk hat. Vê encamê di mezinkirina têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna giştî ya gelên bindest, hemû bask û komên mexdûr ên civatê de dergehekî nû vekir. Ji ber vê yekê KNK dubare HDPê û hemû endam û piştevanan û xelkên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dike. KNK hemû parlementerên HDPê yên hatine hilbijartin jî pîroz dike û daxwaza serketinê dike."

REWŞA LI BAŞÛR

KNK'ê diyar kir ku di vê demê de prosesa çareseriya bi giştî Kurdistanê, li her parçeyê Kurdistanê bi rengekî cuda lê gav bi gav ber bi pêşve diçe û bal kişand ser rewşa li Başûrê Kurdistanê: "Li Başûrê Kurdistanê hem lêgerînên başkirina demokrasiyê didomin, hem jî dijî êrîşkariya DAIŞ'ê berxwedaneke xurt tê domandin. Di demeke nêzîk de jî hilbijartina serokatiya Herêmê di rojevê de ye. KNK hêvî dike ku li vî beşê welatî hemû pirs û pirsgirêk bi rengekî demokratîk û di nav diyalogeke herî fireh da bêne çareser kirin û konsensûsa neteweyî û welatî ya demokratîk ji aliyê hemû dînamîkên navxweyî ve bingeh bê qebûl kirin. Li ser vî zemînê lihevkirinê bigihine encaman û her wisa diyaloga digel Bexdayê jî di çarçoveya berjewendiyên neteweyî da bê ragirtin."

'LI ROJAVA KEMBERA EREB TÊ ŞIKANDIN'

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku li Rrojavayê Kurdistanê hem statuya xweseriya demokratîk di nav kantonan da tê xurt kirin, hem jî dijî êrişkarî û dagirkeriya hêza kevneperest DAIŞ'ê berxwedaneke bi rûmet tê dan û welat bi her awayî tê parastin. 

KNK'ê ev nirxandin kir: "Herwisa ji bo yekkirina axa Kurdistanê bi seferberiyeke bilind a neteweyî û niştimanî têkoşîneke fedakarane tê dan û di pêşengiya YPG û YPJ'ê de digel xelkên li Kurdistanê cepheyekî fireh a leşkerî ji bo parastina welat û jiyana xelkê sivîl hatiye organîze kirin. Vê gavê di vegirtina axa welatî ya di navbeyna Kantona Cizîrê û Kobaniyê de, li dora Girê Spî şerekî mutleq serketinê tê dan û her diçe hêzên DAIŞ'ê têne şikandin. KNK vê bizava vegirtina axa welatî ya dijî dagirkeriya DAIŞ'ê girîng û stratejîk dibîne ku serketina vê hemleyê wê derî li têkoşîna vegirtina parçeyên din ên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jî veke. Serketina têkoşîna Girê Spî wê bibe hêzeke mezin a hemledariyê ku navçeya di navbeyna Kobanî û Efrînê de jî ji dagirkeran bê standin û kantonên Kobanî û Efrînê jî bibine yêk. Bi vî rengî Rojavayê Kurdistanê ku wekî korîdorê ji ser ava Dîcle destpê dike û digihe dora palên Çiyayê Kurmanc wê rizgar bibe û ew 'Kemera Erebî' ya salan jî wê bi dawî bê û her wiha ev serketine wê rê li ber muhtemel dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê jî bigire. Ji ber ve armanca stratejîk divêt hemû Kurd û Kurdistanî di vê hedefê da hêza xwe bikine yêk û piştevan bin. Helbet hem cephegiriya li kantonên rojavayÊ Kurdistanê hem jî desteka hewayî ya hêzên koalisyona navneteweyî cihê hemû teqdîran e ku bi hev rE cepheyê DAIŞ'ê dişkênin.

KNK di nav vê hercûmerca li navçeyê de bangî dewleta Tirkiyeyê jî dike ku di prosesa avakirina Kobaniyê de rê li hevkariya navneteweyî negire û dergehê gihandina hevkariya avakirin û pêkve jiyanê (korîdorê humanîter) bê vekirin."

BANGA TEVGERA LI SER ESASÊ PROTOKOLA DOLMABAHÇEYÊ LI TIRKIYEYÊ HAT KIRIN

KNK'ê bal kişand ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de û got, "Îro HDP û bi giştî tevgear azadiyê ya Kurdistanê xurttir bûye û hêviya domandina prosesa çareseriyê zêde kiriye. Wekî aliyê aştiyê HDP û tevgera neteweyî ya Kurdistanê şik tê de nîne ku wê vê serketina xwe di bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi kar bînin. Pozîsyona HDP'ê û bi giştî pêşengiya doza Kurdistanê xurttir bûye. KNK tewsiyekar e ku ev serketin û xurtiya pozisyonê di pêşvebirina prosesa çareseriyê da bê bi kar anîn û qezencên Kurd û Kurdistaniyan û bi giştî demokrasîxwazan li Tirkiyeyê bêne zêde kirin. KNK herwiha bangî dewleta Tirkiyeyê dike ku vê encamê bi pozîtîvî bixwîne û biha bike û ji ser xeta lihevhatinê varê nebe û li leyiz û planên ku dijminahiyê kûr dikin negere û li ser esasê protokola Seraya Dolmabahçe bi rê bikeve.

'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN'

KNK herwisa daxwazê ji Cîhana Rojavayê dike ku di van demên ku Kurd û Kurdistanî dijî kevneperestî û antîdemokratîzma li Tirkiyeyê têkoşîneke xurt didin de, destekê bide HDPê û bi giştî tevgera neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de divê PKK jî ji lîsteya terorê bê derxistin."

'DEWLETA ÎRANÊ BI AGIR DILÎZE'

KNK'ê bal kişand ser hewldanên şerxwaziyê yên dewleta Îranê û destnîşan kir ku dewleta Îranê bi vê pozîsyona xwe ya şerxwazî re bi agir dilîze û divê tavilê vê helwestê biterikîne. KNK'ê got, "Reftara bi vî rengî wê bi wan jî bide windakirin. Rêya rast di gel opozisyona Kurdistanî di nav diyalogê de be û bi wan ra çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê pêş bixe.

KNK dînamîzma jinan a di nav civata Kurdistanê de bi pozîtîvî biha dike û hêvî dike bizava jinê li Kurdistanê hêj organîzetir be û hem têkoşîna azadî û rizgariyê bilind bike hem jî hemû pirsgirêkên xwe yên cinsiyetî bi rengekî demokratîk çareser bike."

CIVATA GIŞTÎ YA 15. DI MEHA ÎLONÊ DE YE

Konseya Rêveber di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku KNK civata xwe ya 15. di Îlona îsal de pêk tê û diyar kri ku ev civat wê bibe civata nûkirina KNK'ê.

Di daxuyaniya daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: "Doza Kurdistaneke azad û rizgarbûyî armanca hevpar a hemû Kurdistaniyan e. Di vê hedefê da xala sereke û jiyanî hevgirtin û tifaqa navxweyî ye. KNK ji demê damezrandina xwe were ji bo vê armancê têkoşînê dide, xebatê dike. Xala dawiyê hêj jî nehatiye bi dest xistin. Nihe armanca hemû Kurd û Kurdistaniyan ev e ku her bi çi rengî be yêkîtiya navxweyî pêk bînin. Destketiyên îro, parastina wan, standina parçeyên dagirkirî û avakirina jiyaneke bextewar û demokratîk li Kurdistanê divê  armanca sereke be û bo vê armanca heq û rewa û gelek mirovî di bingehê tifaqa navxweyî da pêkve Kurdistanî xebat û têkoşîna xwe bidomînin."