Êrîşkarê bi çekê êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir hat berdan
Kenan Berkay Şîpal ê di 8'ê Nîsana 2015'an de bi çekê êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir û piştî hat binçavkirin hat girtin, li dû 38 rojan di rûniştina destpêkê de bi lez û bez hat berdan.

Rûniştina destpêkê ya darizandina êrîşkarê di 8'ê Nîsanê de bi çekê êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir, li 32. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê hat dîtin. Di rûniştinê de bersûcê girtî Kenan Berkay Şîpal û bersûcê negirtî Bûrak Karsli tevî parêzerên xwe amade bûn. Bersûc Kenan Berkay Şîpal îdîa kir ku ti hewldaneke wî ya ji bo astengkirina xebatên HDP'ê nebûye û zerar nedaye kesî. Bersûcê negirtî Bûrak Karsli jî diyar kir ku îfadeya wî ya beriya niha rast e û wê tiştekî din lê zêde neke.
Parêzera HDP'ê Pinar Akdemîr jî da xuyakirin ku dema dema bûyerê li ber çavan were girtin, xuya dibe ku êrîşa li hemberî avahiya partiyê, sûcekî cidî yê nefretê ye.
Dadgeha ku biryara xwe ya navberê aşkera kir, biryar da ku biryara kontrola edlî ya li ser bersûcê ne girtî Bûrak Karsli rake. Dadgehê her wiha diyar kir ku delîl hemû hatine komkirin û biryara berdana bersûcê girtî Kenan Berkay Şîpal da.