Zîlan li Girkê Legê hat bîranîn

Yekîtiya Star bi merasîmekê têkoşera Kurd Zîlan di 19’emîn salvegera şehadeta wê de bibîr anî.

Yekîtiya Star bi merasîmekê têkoşera Kurd Zîlan di 19’emîn salvegera şehadeta wê de bibîr anî.

Rêxistina Yekîtiya Star a Girkê Legê bi merasîmekê têkoşera Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) di 19’emîn salvegera şehadeta wê de bibîr anî. Merasîm bi tevlîbûna sedan şêniyên Girkê Legê û Rimêlan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Leyla Reşîd axivî û têkoşer Zîlan bibîr anî û got ku Zîlan bi çalakiya xwe vîna azad a jinên Kurd destnîşan kiriye. Reşîd, da zanîn ku bi sedan jinên Kurd li ser rêya Zîlan û Arînan dimeşin.

Piştî axaftinê belgefilmek ku li ser têkoşer Zîlan hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.

Di dawiya merasîmê de stran û helbest ji aliyê koma Koçerat û Zîlan ve hatin pêşkêşkirin.