Tevgera leşkerî zêde dibe
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla, bê navber dewam dikin.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla, bê navber dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tevgera hewayî ya li qadên gerîla dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 26'ê Hezîranê saet di navbera 05:00 - 08:00 de li qada Mêrgezerê ya herêma Zagrosê, balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker tev geriyane. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde dibe. Li gorî vê yekê;
Di 16'ê Hezîranê saet di navbera 05:00 - 09:00 de li qada Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, ji saet 23:00 ê 16'ê Hezîranê heta saet 12:00 ê 16'ê Hezîranê li qadên Şukê û Şehîd Rahîme yên li ser xeta sînorê Avaşîn in, ji saet 04:00 ê 15'ê Hezîranê heta saet 11:00 ê 16'ê Hezîranê li herêma Heftanînê, di 15'ê Hezîranê saet di navbera 03:00 - 07:00 û 16'ê Hezîranê saet di navbera 07:30 - 12:00 de li herêma Garê, di 15'ê Hezîranê saet di navbera 14:00 - 18:00, 20:00 - 23:00 û 16'ê Hezîranê saet di navbera 05:00 - 06:00 de li herêma Zapê û li ser sînor, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re, keşif kiriye."
HPG'ê her wiha da xuyakirin ku di 15'ê Hezîranê saet di navbera 12:00 - 19:00 de li ser rêya di navbera navçeya Şirnex Elkê û û meydana Sîneklî de, artêşa Tirk bi maşînên zirxî kemîn daniye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 14'ê Hezîranê û pê ve li herêma di navbera qereqolên Kirmizikopru û Avtîrek ên navçeya Dêrsim Pilemûrê, tevgera leşkerî rû daye.