2 şervanên YPG’ê spartin axê

Şervanên YPG’ê Abdulmuhsîn (Rêber Hesekê) û Hemze Elî (Dijwar Rojava), li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Davudiyê ya Hesekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Şervanên YPG’ê Abdulmuhsîn (Rêber Hesekê) û Hemze Elî (Dijwar Rojava), li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Davudiyê ya Hesekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Şervanên YPG’ê Abdulmuhsîn (Rêber Hesekê) û Hemze Elî (Dijwar Rojava), li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Ligel bi hezaran kesan, endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Ferhat Dêrik, li ser navê Partiya Yekîtiya Suryaniyan Gibrian Şemun, li ser navê PÇKS’ê Şîrwan Çaçan, ji Yekîtiya Star Ronahî Kahraman, li ser navê Malbatên Şehîdan Zubeyde Bîco û li ser navê eşîretên Ereban Ekrem Mahşûş beşdarî oxirkirina şervanan bûn.

Ji TEV-DEM’ê Ferhat Dêrik got: “Bi saya şehîdên me Çiyayê Kizwan û Girê Spî azad bû. Wê ev pêngav bidome. Heta Rojava ji rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibe wê ev pêngav bidome.”

Li ser navê eşîretên Ereban jî Ekrem Mahşuş wiha axivî: “Hin kes YPG’ê reş dikin. Ev gotinên muxalifên Sûriyeyî têkiliya wan a bi DAIŞ re nîşan dide. Muxalif, bi AKP’ê re heman siyasetê bimeşînin. Îro li vir şehîdekî me yê Kurd û şehîdekî me yê Ereb heye. Ev rastiya YPG’ê ye.”

...