Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar ki ku Rûdaw TV weşana dijberiya Kurdan dike û got, "Mîna weşanên dewleta Tirk di salên 1990'î de li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd dikir, Rûdaw TV îro heman weşanan dike."
Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Rûdaw TV li hemberî tevgera wan dest bi kampanyayê kiriye û destnîşan kir ku ev yek xizmetê ji yekîtiya Kurdan re nake. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku Rûdaw TV ji aliyê AKP û MÎT a Tirk ve hatiye ava kirine û da zanîn ku ev yek bi taybetî di têkoşîna li Rojava li dijî DAIŞ'ê hat meşandin û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi desteka ji bo AKP'ê re, derketiye holê.
'JI ALIYÊ MÎT A TIRK Û AKP'Ê VE HAT AVAKIRIN'
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê da xuyakirin ku di demeke êrîşên giran li hemberî destketî û nirxên gelê Kurd tên kirin de, li şûna Kurd Kurd hemû di çarçoveya yekîtiya netweyî de li hev bicivin, Rûdaw TV xet û weşangeriyeke berevajî vê yekê meşandiye û ev yek nayê fêmkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salên 1990'î de, çawa ku dewleta Tirk radyoya Dîcle ji bo reşkirina tevgera azadiyê ya Kurd ava kir, di roja îro de Rûdaw TV a nêzî PDK'ê ye ku tê zanîn bi rêya MÎT'ê hatiye avakirin, ev rol girtiye ser xwe. Ev rastî, beriya niha bi belgeyan re ji aliyê tevgera me ve hatibû weşandin."
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir ku weşangeriyeke bi vî rengî xizmetê ji yekîtiya Kurdan re nake û ev xal destnîşan kir: "Weşangeriyeke bi vî rengî ancax ji bo pûçkirina destketiyê gelê Kurd be. Ji ber vê yekê, girîng e medya Kurd weşangeriyeke ku destketî û nirxên gelê Kurd diparêze, bimeşîne. Saziyên medyayê divê her tim rastiyan nîşan bidin û gel ronî bikin. Saziyeke medyayê dikare bi nûçeyekê re civakê rake ser piyan."
'RÛDAW NÛÇEYÊN ŞAŞ Û DEREW ÇÊDIKE'
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku Rûdaw TV ji bo afirandina rojevên sûnî nûçeyên şaş çêdike û got, "Gotina Rûdaw TV ya 'em beriya bûyeran li cihê bûyerê ne' gotineke gelekî rast e, ji ber ku carna, tevî ku bûyer tineye jî ji bo afirandina rojeveke sûnî hin bûyeran nîşan dide. Di vê mijarê de weşangeriyeke bi nûçeyên şaş û berevajî dike. Vê yekê jî herî zêde li hemberî tevgera me dike. Nayê qebûlkirin ku Rûdaw TV ewçendî êrîşî PKK'ê bike û der heqê PKK'ê de nûçeyên şaş û derew çêbike. Rûdaw TV bi vê weşangeriya xwe re bi awayekî zelal nîşand ide ku li dijî tevgera azadiyê ya Kurd di nava kampanyayeke reşkirinê de ye. Rûdaw TV li hemberî partiya me, mîna mekîneyeke mezin a derewan dixebite. Weşangeriyeke bi vî rengî jî ne li exlaqa medyayê tê, ne jî li gorî polîtîkaya yekîtiya neteweyî ya Kurd e."
'RÛDAWÊ LI DIJÎ HDP'Ê DESTEK DAYE AKP'Ê'
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku hesreta hezaran salan a yekîtiya neteweyî ya Kurd roj bi roj zêde dibe, roj bi roj derbên nû li faşîzma DAIŞ'ê tê xistin, sînorên sûnî yên di nava Kurdistanê de hatine xêzkirin roj bi roj bê wate dimînin û got, "Weşangeriya Rûdaw TV a ku vê nabîne û weşaneke berevajî vê dimeşîne, ancax weke dijminatiya li Kurdan bê pênasekirin. Ji xwe, li hemberî gerîlayên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bi têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê re prestîjek bi dest xist, bi konsepteke êrîşan weşanê dike. Ev yek jî îspata vê dijminatiya li Kurdan e. Her wiha, li şûna xwedîderketina li şoreşa demokratîk a li xaka Rojava bi xwîna keç û xortên Kurdan hat afirandin, vê ji nedîtî ve tê û bi weşangeriya xwe re timî êrîşî destketiyên li vê derê dike. Eger ev yek ne dijminatiya li Kurdan be, hingî tê çi wateyê? Di hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, dijberiya AKP'ê û MÎT'ê ya li Kurdan, ji aliyê Rûdaw TV ve jî di weşangeriya xwe de hat meşandin û nîşan da ku ew dijberê HDP'ê ye. Bi weşana xwe ya piştî hilbijartinê re, heta ji dest hatiye hewl daye ser serketina HDP'ê binixumîne. Eger Rûdaw TV bi rastî jî wê weşangeriyeke alîgirê azadiya gelê Kurd bimeşîne, divê beriya her tiştî xeteke ku tevgera azadiyê ya Kurd qebûl dike û li ser vê bingehê xwedî lê derdikeve, bişopîne. Li ser vê bingehê em bang dikin ku Rûdaw TV polîtîkaya xwe ya weşanê di ber çavan re derbas bike û weşangeriyeke xizmetê ji berjewendiyên neteweyî re dike, bimeşîne."