Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê beşdarî taştêya spasdariyê bûn
Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn bi komîsyonên xebatên hilbijartinê re di taştêya spasiyê de hatin cem hev.

Taştê ji aliyê Hevserokatiya HDP’a Dêrsimê ve li devera Marçîk a Geliyê Pilurê pêk hat. Hevşarên Dêrsimê, rêveberên DBP, HDF, ESP, EMEP, PARTÎZAN, Baroya Dêrsimê û xebatkarên hilbijartinê beşdar bûn.
ŞAHÎN: KOALÎSYONA HDP’Ê QEZENÇ KIR
Parlamenter Şahîn li vir axaftinek kir û diyar kir ku aliyê di hilbijartinê de qezenç kiriye koalîsyona ji aliyê HDP’ê ve hatiye avakirin e û got: “Yên bindest û tine hatibûn hesibandin ev hilbijartin qezenç kirin. Me hîmê jiyana nû bi hev re avêt. Em hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re tevgeriyan û heta îro hatin. Van rojan koalîsyon tê nîqaşkirin. Me koalîsyon beriya hilbijartinê kir. Me di hibijartinan de qezenç kir. Jin, ciwan û xizanan qezenç kir. “
ONLU: EM JI BIRÊZ OCALAN RE SPAS DIKIN
Parlamenter Onlu jî got ew ji mîmarê projeya HDP’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re spas dikin û got di demeke wisa de bi projeya Birêz Ocalan re bersivek mezin dane kesên ew tine hesibandine.