Em têlan derbas bikin û berê xwe bidin çiyê
Birûsk Kop ê ji artêşa Tirk reviya û tevlî refên azadiyê bû got, "Sîstema TC koledariyê li ser Kurdan ferz dike."
Birûsk Kop ê ji artêşa Tirk reviya û tevlî refên azadiyê bû got, "Sîstema TC koledariyê li ser Kurdan ferz dike."
Birûsk Kop ê ji artêşa Tirk reviya û tevlî refên azadiyê bû got, "Sîstema TC koledariyê li ser Kurdan ferz dike."
Kop, ku piştî leşkeriya 8 mehan tevlî refên PKK'ê bû, di dema leşkeriyê de ya bi serê wî de hat, sedema çûyîna leşkeriyê û sedema tevlîbûna li nava refên PKK'ê, ji ajansa me re nirxand.
'HAYA MIN JI ASTA TÊKOŞÎNÊ TINEBÛ'
Birûsk Kop ji malbateke ji Mûşê ye. Malbata xwe weke feodal, lê welatparêz bi nav dike. Kop anî ziman ku ji bilî wî ti kes ji malbata wî tevlî refên PKK'ê nebûne û got, "Ji malbata min tevlîbûn nîne, bi tenê ez tevlî bûm. Kêmasiya nenaskirina PKK'ê hebû. Min PKK baş nas nedikir. Min dizanîbû ku têkoşînek heye, lê haya min ji asta vê têkoşînê tinebû. Sedemeke vê ew bû ku malbata min di sala 1993'an de ji Kurdistanê derket û li metropolên rojava bicih bû."
'LI LEŞKERIYÊ, KURD BI KURDAN DIDAN QETILKIRIN'
Kop polîtîkayên di sîstema leşkeriyê de tên meşandin nirxand û anîz iman ku li qada leşkerî, piraniya mirovên li Kurdistanê leşkeriyê dikin bi giranî Kurd in. Kop got, "Ji bo kesên li rojhilat û başûrrojhilat leşkeriyê bikin, bi taybetî Kurd dihatin hilbijartin. Ev yek bi zanebûn dikirin. Ji ber ku armanca wan a qirêj diyar bû: Kurd bi Kurdan didan qetilkirin" û anî ziman ku ji sedî 75 ê leşkerên li Kurdistanê Kurd in.
Kop bi taybetî bal kişand ser rêjeya leşkerên Kurd ên li ser xeta sînor û got, "Piraniya leşkerên li qereqolên li ser sînor dimînin, Kurd in. Bi taybetî yên li ser giran dimînin, yên derdikevin operasyonê Kurd in. Hejmara leşkerên Kurd ên li vir, li gorî cihên din gelekî zêdetir e."
'QAŞO JI BO BIBE ZILAM, LEŞKERÎ DIHAT FERZKIRIN'
Kop da xuyakirin ku gelek sedemên çûyîna ji neçarî ya leşkeriyê hebûn û got, "Di nava sîstemê de, hem malbata min hem jî derdorê, ji bo çûyîna leşkeriyê zext dikirin. Berî biçim leşkeriyê, min nikarîbû di karekî fermî de kar bikira. Her tim ev ji min re dihat gotin, ji bo bibe 'zilam' divê biçe leşkeriyê. Sedema tekane ya çûyîna leşkeriyê jî, pêkanîna leşkeriyê û vegera li metropolan bû."
'MIN XWE JI SER TÊLAN AVÊT Û BERÊ XWE DA ÇIYÊ'
Kop diyar kir ku tevlîbûna wî li gorî tevlîbûnên din cuda û rengîn bû û zor û zehmetiyên reva ji leşkeriya li herêma Oremarê bi van gotinan anî ser ziman: "Tevlîbûna min hinekî rengîn bû. Min li herêma Oremarê wezîfe dikir. Dema li tumenek li Geverê bûm, bi 4-5 hevalan re em çûn wezîfeyê. Ji vana van kesên li cem xwe ez derketim, min xwe ji ser têlan avêt û bi dizî ketim nava Geverê. Ji wir jî min berê xwe da çiyê, ku heyranê wê bûm."