'Destûra Bingehîn divê demokratîk be'
Parêzerê Başûrê Kurdistanê Hejar Kakaî diyar kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê bibe xwedî pergaleke demokratîk, pergala parlamenteriyê ya ku tevlîbûna demokratîk esas digire, ferz e.
Parêzerê Başûrê Kurdistanê Hejar Kakaî diyar kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê bibe xwedî pergaleke demokratîk, pergala parlamenteriyê ya ku tevlîbûna demokratîk esas digire, ferz e.
Parêzer Hejar Kakaî got: "Pergala serokatiyê li her derê dîktatorî ava kir. Di pergala şaş de israr kirin, encameke rast û demokratîk dernaxîne holê." Parêzerê Başûrê Kurdistanê Hejar Kakaî diyar kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê bibe xwedî pergaleke demokratîk, pergala parlamenteriyê ya ku tevlîbûna demokratîk esas digire, ferz e.
Kakaî da zanîn komîsyona ji 21 kesî pêk tê û ji bo destûra bingehîn li parlamentê hatiye avakirin, bi şêweyeke ku daxwazan li ber çavan digire de naxebite û got: “Destûra Bingehîn tenê parlamentê eleqeder nake. Ji ber vê jî ne hewceye ku tenê ji parlamenteran pêk bê. Di komîsyona hatiye avakirinê de rêyeke ku aliyên cuda yên civakê û ji pisporên ku vî karî dizanin, fêdeyê bigirin, nehat şopandin. Ji ber vê jî têkildarî avabûna destûreke bingehîn a demokratîk a bi vî awayî, fikarên min zêde dike."
DIVÊ ALIYÊN CUDA YÊN CIVAKÊ XWE DI NAV DE BIBÎNIN
Kakaî bi lêv kir ku Destûrên Bingehîn ên demokratîk ji bo hemû welatên li pêşberî mafê mirovan rêzdarin, derbasdar in û ji bo herêma Kurdistanê jî hewce ye. Kakaî got: "Lê ev 20 sal in me destûreke bingehîn a wisa ava nekir. Avêtina gaveke wisa gelek girîng e. Lê ji bo vê komîsyonek hat avakirin û hemû ji siyasetmedar û parlamenteran pêk tê. Li gorî min ev ne raste. Divê kesên di vê mijarê de pispor in, tecrûbeyên wan hene, cih bigirta. Destûra Bingehîn tenê parlamentê û siyasetmedaran eleqeder nake. Ev bandorê li hemû civakê dike. Divê ji aliyê cuda yên civakê û kesên bi rastî ji vî karî fêm dikin cih bigirin.
Dîsa ji qadan yek bi yek divê nûner hebûna. Mînak ez nafikirim ku wê destûreke bingehîn a hewcedariyên Kerkûkê bîne cih be. Me di her firsendê de nêrînên xwe gihand siyasetmedaran."
DIVÊ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN PARTIYÊ DESTÛRA BINGEHÎN NEYÊ AMADEKIRIN
Kakaî wiha pê de çû: "Niha rewşek wisa heye. Destûrên Bingehîn ne rojane, mehane, salene ye. Ji ber vê jî rastbûn û demokratîkbûna wan girîng e. Aliyên cuda yên civaka herêma Kurdistanê ava dikin hene. Bawerî û etnîkên cuda hene. Ji ber vê jî divê Destûreke Bingehîn a wekhev û demokratîk be. Ji ber vê dibe ku bibe sedema pirsgirêkên nû.
Cihgirtina partiyan, pêşkêşkirina fikr û nêrînên xwe an jî cih girtina nûnerên partiyan a di vê pêvajoya amadekariyê de girîng e, lê têr nake. Divê ev esas li ber çavan bê girtin. Eger ku destûreke bingehîn a demokratîk tê hedefkirin, divê berjewendiyên partiyan li ber çavan neyê girtin. Ji ber em behsa hemû civak û jiyana kesan dikin. Eger ku di vir de rewşeke dij demokratîk derkeve holê wê ev bi xwe re pirsgirêkên nû bîne.”
DIVÊ GEL JÎ BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBE
Kakaî bal kişand ser rêbaza ku komîsyon dikare bimeşîne û got: "Li gorî min rêbaz kêm e. Li gorî min li daxwazên civakê baş nayên guhdarîkirin û nêrînên civakê nayê girtin. Ji pisporan fêde nayê girtin. Heta komîsyon di vî alî de divê civîn, semîner û panelan pêk bîne. Divê gel jî beşdarî vê bikin. Eger ev destûra bingehîn ji bo gel tê amadekirin, wê demê divê rêbazeke destûra bingehîn ya li gorî hewcedarî, daxwaz û nêrînên gel bê amadekirin. An jî wê partiyên siyasî li gorî berjewendiyên xwe destûreke bingehîn amade bikin. Li gorî nêrîna min, fikr û nêrînên aliyên cuda yên civakê nehatine girtin û rêbazeke xebatê ya ji ser ve tê meşandin."
PERGALA SEROKATIYÊ RÊ LI BER DÎKTATORIYÊ VEDIKE
Kakaî got ew pergala serokatiyê rast nabîne û wiha berdewam kir: "Di pergalên ku felaket anîne serê gelê me de israr kirin, ne rast e. Bi rêbazeke şaş encamek baş nayê girtin. Binêrin li Misir, Iraq, Suriye, Îran, Urdun û Lîbyayê hewl dan pergala serokatiyê pêk bînin, lê encam têkçûyîn bû. Dawiya hemûyan dîktatoriyê. Her yek bû despot. Tirkiyeyê jî xwest vê bike pêkanînên lê gel li dijî vê derket.
Di alî statuya Kerkukê de kesî nêrîna me negirt. Me di her firsendê de nêrînên xwe parve kir. Lê komîsyonê nêrîn û fikrên me negirt. Lê me di her firsetê de got em amade ne. Girtina fikr û nêrînên hiqûqnas û gelê Kerkûkê di esasê de ji rewşa xweser ya Kerkûkê jî diqewime. Kerkûk di çarçoveya xala 140. de ye. Lê di alî îdarî û ewlehiyê de di kontroal hikûmeta Federal a Başûr de ye. Niha wê destûra bingehîn çawa cih bide vê? Belê ev pisgirêka derdixin. Ji ber vê jî di destûra bingehîn de divê ev zelal bin."