BI DÎMEN

Hozat: Cihê çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîs e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re Tirkiye ketiye demeke nû û destnîşan kir ku cihê çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîs e.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re Tirkiye ketiye demeke nû û destnîşan kir ku cihê çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîs e.

Hozat li ser rêveçûna pêvajoya ji niha û pê ve, ji ANF'ê re axivî.

Hozat da xuyakirin ku di nava 13 salên dawî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd gelek şensên mezin dane AKP'ê, lê belê AKP'ê ev şens nenirxandiye, hemû bendewarî pûç kiriye û destnîşan kir, ku ji niha û pê ve wê ti şens ji AKP'ê re neyê dayîn.

Hozat got, "Bi qasî ku di ti pêvajoya hikûmetan de nehat kirin di vê demê de biryarên agirbest û bêçalakîtiyê hat dayîn. Gerîla xwe vekişand derveyî sînor. Di vê astê de gaveke gelekî mezin hat avêtin. Lê mixabin AKP'ê ti ji van şensan bi rastî nenirxand. Dest ji polîtîkayên xwe yên neteweperest, faşîst û tesfiyekar berneda. Ev yek dewam kir. Civakê di vê hilbijartinê de helwest li hemberî polîtîkayên AKP'ê nîşan da. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi dayîna dengên rêjeya ji sedî 13'an ji bo HDP'ê re, AKP ji desthilatdariyê xist. Bi vê helwestê re gel ji AKP'ê re gotiye êdî bes e. Tevgera me, Rêbertiya me jî ev helwest, nîşan dane.

Rêber Apo di hevdîtina dawî de got, 'Bi vî şêweyî ez nîn im' û helwesteke zelal nîşan da. Rêber Apo di rewşa heyî de xwe ji pêvajoya AKP dimeşîne vekişandiye. Pêvajoya ji niha û pê ve ti carî mîna berê nameşe. Me ev yek di deklerasyona xwe ya 12'ê Hezîranê de bi awayekî zelal anîn ziman. Eger pêvajo wê ji niha û pê ve dewam bike, divê bi teqezî bi muzakereya fermî dewam bike. Muzakereya fermî jî di nava şert û mercên wekhev de dibe."

'DIVÊ RÊBERÊ ME WERE QENDÎLÊ'

Hozat anî ziman ku çawa hikûmet dikare bi hêsanî siyasetê bimeşîne, biaxive, li ser her mijarê daxuyaniyê bide, xwe bigihîne civakê, bi hemû saziyan re hevdîtinan bike, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi heman rengî di nava mercên wekhev de, xwedî heman firsendan be û got, "Navê vê azadî ye. Azadiya Rêberê me ye. Çawa ku dewlet û hikûmet bi azadî tevdigerin, divê Rêberê me jî karibe bi azadî tevbigere. Eger Rêbertiya me aliyekî muzakereyê ye-ku sermuzakerevanê aliyekî ye- divê bi hêsanî tevbigere. Pêwîste Rêberê me bi hêsanî were Qendîlê, bi tevgerê re civînê lidar bixe. Vê pêvajoyê ji kadroyên tevgera me re vêbêje. Divê li Meclîs li ser vê biaxive û vê pêvajoyê vebêje." Hozat destnîşan kir ku eger ev pirsgirêk wê bê çareserkirin divê Rêberê vê rêxistinê azad be.

'DIVÊ DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ YA ERKÊ RADESTÎ HERÊMAN DIKE BÊ ÇÊKIRIN'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku divê êdî pêvajo bikeve rojeva Meclîsê û di vî warî de ev nirxandin kir:

"Meclîs cihê derxistina qanûnan e. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêbertiya me di meha Mijdarê de bi navê pêşnûmeya muzakereyê ya demokratîk û aştiyê pêşnûmeprojeyeke çareseriyê pêşkêşî dewletê û tevgera me kir. Hikûmetê ev pêşnûme lêklîn kir, tevgera me jî lêkolîn kir. Bi mehane em li ser pêşnûmeyê nîqaşan dimeşînin. Heta rêjeyekê me ev yek bi raya giştî re jî parve kirin. Di wê pêşnûmeyê de Rêbertiya me nexşeya rê ya ji bo çareseriya prisgirêka Kurd destnîşan dike. Di bin çar serenavan de çareseriya pirsgirêka Kurd bi xurtî diyar dike."

Hozat diyar kir ku ji bo herêm bigihêje asta xwe birêvebirinê divê destûreke bingehîn a nû were derxistin û anî ziman ku cihê derxistina vê destûra bingehîn jî Meclîs e. Hozat da xuyakirin ku çêkirina destûreke bingehîn a azadîparêz, demokratîk û piranî ya erkan radestî rêveberiyên cewherî û herêman dike, di serî de nasnameya Kurd hemû nasnameyên etnîk û baweriyan nas dike, zayendîparêziyê ji holê radike û şensê dide rêxistinbûyîna van hemûyan, wê çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi xwe re bîne. 

Hozat got, "Lewma cihê çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîs e. Ev pêvajo wê çareseriyê bi xwe re bîne. Pêvajoya muzakereyê ya fermî jî wê bi zelalî were meşandin, civak were agahdarkirin. Lewma divê Meclîs hevdîtinan bixe rojeva xwe û bi raya giştî re parve bike. Eger hikûmeta nû di vê mijarê de gavê biavêje, bi awayekî xwezayî wê pêvajoya agirbesta zexmkirî pê re bikeve rojevê."

Hozat ragihand ku agirbesta zexmkirin jî tê wê wateyê ku hêz li hemberî hev çekê bikar nînin, pevçûn rû nede, dewlet nekeve nava ti hewldaneke şer, qereqol, kalekol, bendav û HES'an çêneke.

'ÇAVÊ SÊYEMÎN PÊWÎST E'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku eger dewlet li gorî van pîvanan tevbigere û desteya şopandinê jî vê pêvajoyê bişopîne, kontrol bike û di dema binpêkirinê de helwestê nîşan bide wê pêvajo bi pêş ve biçe. Hozat got, "Ji ber vê yekê pêwîstiya pêvajoyê bi çavekî sêyemîn heye. Êdî her hevdîtina li Îmraliyê divê hem bi nivîskî hem jî dîtbarî bê qeydkirin. Belge werin îmzekirin. Em îmzeya Rêbertiya me hem jî ya dewletê li ser belgeyan hebe. Her tişt were belgekirin û arşîvkirin. Divê çavê sêyemîn jî vê bişopîne. Ev pêk werin, hingî mirovê karibe behsa pêvajoya çareseriyê bikin."

Hozat diyar kir ku divê hikûmeta nû li gorî van şert û pîvanan pêvajoyê destnîşan bike û got, "Dİ rewşeke berevajî de em ê bi ti awayî mîna berê nêzî tiştekî nebin, em ê ti tiştî mîna berê nenirxînin. Li dijî her şêwe hewldan û êrîşên dewletê, wê ji aliyê siyasî, çandî, aborî û leşkerî ve her tim bi awayekî herî tund bersiv were dayîn. Mîna berê pêvajo nameşe. Me ev nêzîkatiya xwe bi awayekî gelekî zelal bi raya giştî re parve kir."

'PKK DEST JI ÇEKÊ BERNADE'

Hozat der barê nîqaşên li ser danîna çekan de ev yek destnîşan kir: "Rêbertiya me ti carî behsa danîna çekan nekir, gotineke bi vî rengî bikar neanî. Ev îftirayeke mezin e. Her wiha operasyoneke zane ya ji bo afirandina îdraqê bû, AKP'ê şerekî taybet meşand. Divê ev yek weke şerekî taybet bê nirxandin. Ji xwe pêvajoa du salan a AKP'ê bi pêvajoya şerekî taybet e. Ne pêvajoya çareseriyê ye. Weke parçeyekî vê, ev pêvajo bikar anî. Ne Rêbertiya me ne jî tevgera me ti carî tiştekî bi vî rengî bilêv nekirin. Ev tevger dest ji çekê bernade.

Eger pêvajoya çareseriya demokratîk bi pêş bikeve, yanî muzakere li ser vê pirsgirêkê were kirin, bikeve rojeva meclîsê, destûra bingehîn biguhere, nasnameya Kurd were naskirin, li ser bingeha aştiyane û demokratîk pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê were çareserkirin, PKK dest ji çekê bernade. PKK dikare têkoşîna xwe ya çekdarî ya li Tirkiyeyê bisekinîne. Eger pirsgirêka Kurd li ser bingeha demoratî çareser bibe û bi destûra bingehîn a nû re bê ewlekirin, dikare têkoşîna çekdarî ya li Tirkiyeyê bisekinîne, lê dest ji çekê bernade."

'RÊBERTIYA ME BANG NAKE'

Hozat bal kişand ser tecrîda giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin û anî ziman ku dema şert û mercên fîzîkî yên Îmraliyê li ber çavan were girtin, tê dîtin ku Rêberê Gelê Kurd li hemberî zilm û îşkenceyeke giran li ber xwe dide.

Hozat got, "Rêberek di nava van şert û mercan de nikare bangê li tevgerekê bike. Ji ber ku ne azad e. Ji bo karibe bangê li tevgerê bike, divê ew Rêber azad be. Divê civak û tevger bigihêjin vê baweriyê; Bila kesek nebêje ku Rêbertiya me ne di bin zexteke mezin, ne di bin şîdetê de ye û bi vîna xwe ya azad biryarê dide û bangê dike. Ji bo karibe vê bibêje, divê azad be. Heta azad nebe, nepêkane bangeke bi vî rengî bike, ji xwe nake jî."

'EGER PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE WÊ TIRKIYE PARÇE BIBE'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku eger hikûmeta nû di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavê biavêje û pêvajo bi awayekî erênî bi pêş ve biçe, wê Tirkiye ji nava agir û kaosa Rojhilata Navîn, bi xurtî derkeve. 

Hozat got, "Niha şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û di navenda wê de jî Tirkiye heye. Bi çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk re dikare xwe ji nava vî agirî rizgar bike. Di rewşeke berevajî de wê Tirkiye parçe bibe. Ev encama dawî ye. Ya ku Tirkiyeyê li hev bigire û yekpare bihêle, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Ev yek jî azadiya Rêberê me ye, muzakereyên fermî ye, nirxandina vê pirsgirêkê li Meclîsê ye, derxistina destûra bingehîn a nû ye. Ancax ev yek Tirkiyeyê rizgar bike. Helwest û nêzîkatiyeke berevajî vê, wê nikaribe Tirkiyeyê rizgar bike. Wê Tirkiyeyê biqedîne."