Kazici ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Girtiyê PKK'yî Riza Kazici yê piştî emeliyat bû dîsa şandin girtîgehê û li Girtîgehê Tîpa Ta Kandirayê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin.

Girtiyê PKK'yî Riza Kacizi yê 36 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Kandirayê girtî bû, piştî li nexweşxaneyê ji roviyê xwe ve hat emeliyatkirin dîsa şandin girtîgehê. Kazici, piştî şandin girtîgehê ji ber enfeksiyon girt û jiyana xwe ji dest da. Kazici piştî jiyana xwe ji dest da şandin navçeya Farqînê ya Amedê. Cenazeyê Kazici, li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin û şandin Farqînê. Cenaze li Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Cenaze bi dehan maşîne birin navçeya Farqînê. Cenaze li pêş Mizgefta Ferîdun ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Girsê piştî karê olî, darbesta Kazici bi siloganên "Şehîd namirin" danîn ser milên xwe û heta Goristana Şêx Xelîl birin. Cenazeyê Kazici, li vir bi dirûşmên, "Qatil Erdogan" hat definkirin.
Piştî cenaze hat definkirin, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştre Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz, anî ziman ku dewleta tirk girtiyan di bin tecrîdê de dihêle û polîtîkaya dewletê rexne kir. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dicle jî anî ziman ku bi van polîtîkayan dixwaze li girtîgehan komkujiyan pêk bînin.
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek, jî anî ziman ku Kazici, ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiya û di zindanê de terkî mirinê hat kirin. Şîmşek, da zanîn ku ew dê têkoşîna wan berdewam bikin. Mamê Kazici Enver Kazici jî diyar kir ku şehîdê wan, şehîdê hemû Kurdistanê ye.
Piştî axaftinê kesên beşdarî merasima cenazeyê Kazici bûn, çûn konê sersaxiyê yê li taxa Feridunê hat avakirin ziyaret kirin. Girtiyê PKK’yî Riza Kazici yê li Girtîgeha Tîpa T a Kandira dima piştî emeliyatê ku enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da li Farqînê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.