Koordînasyona Rojava serketina Girê Spî pîroz kir

Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bi daxuyaniyekê rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyed) pîroz kir û diyar kir rizgarkirina Girê Spî wê bibe pêngaveke nû ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk.

Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bi daxuyaniyekê rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyed) pîroz kir û diyar kir rizgarkirina Girê Spî wê bibe pêngaveke nû ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk.

Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojava Têkildarî Rizgarkirina Bajarê Girê Spî û gundên wê daxuyaniyek nivîskî weşand û rizgarkirina Girê Sipî li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kirin.

Daxuyanî wiha ye: “Di demeke ne dirêj de. Nandozên rêxistina DAIŞ’ê ya terorist di 21’ê Tîrmeha 2013’an de, bajarê Girê Spî talan kirin û wekî herêmeke dagirkirî di destê xwe de hiştin. Çeteyên DIAŞ’ê ji vir bingeha destekdana leşgerî û jêdera terora xwe li Sûriyeyê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî pêk dianî.

Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG /YPJ), Artêşa Azad, Liwai El-Tehrîr, Burkan El-Firat û piştgiriya hêzên Hevpeymana Navneteweyî ev bajar ji gemara terora tarî DAIŞ’a hovane rizgar kirin. Weke ku xwîna Kurd û Ereban li ser siyana Kobanê tevlî hev bû. Wiha jî di rizgarkirina Girê Spî de bû, ev hevgirtina niştimaniya Sûriyeyê û biratiya gelan destnîşan dike. Ev hevgirtina ku bi xwîna Kurd û Ereban nîgar û mor kiriye, ev e ji Sûriyeya pêşerojê re ava dike, Sûriyeya dadmendî û demokratîk û pirhejmariyê, ne dirûşme û programên vala ne û ne helbeyên artêşkirin û levgurîxkirina nijadî li dij Kurdan e. Bi hişmendiya Baas ê û hêlin ji koalîsyonê yên ku xwe dikin rikeberiya dijî rejîma Sûriyeyê ne li pişt in.

Em di Koordînasyona Giştî ya her sê kantonan (Kobanê –Cizîrê-Efrînê) de bi vê helkeftina mezin gelê Sûriye bi Kurd û Ereb û Asûrî û Suryanan ve pîroz dikin. Vê serketina mezin pîroz dikin. Em weke serketina vîna azadiyê ji hemû kesên Sûriyeyê re û avakirina qonaxeke nû dibînin. Bingehên wê rijdîbûna bêtire ji avakirina Sûriyeyeke nû re, ku bêyî metirsî û zordarî û serkotkirin û çewisandin be.

Her weke ku em serketinên mezin ên bihurî pîroz dikin. Bi hildana alên azadiyê li ser Çiyayê Kizwanan û Miştenûrê li keleha pêdarî û azadiyê li Kobanê û gundewarê Kobanê û gundewarê Girê Spî û gundewarê Reqa û Çiyayê Qarsê ê Qestel Cindo li Kantona Efrînê û Hesekê pêk hatin, em dibînin ku wan rê ji rêzgarkirina Girê Spî re xweş kirin.

Û bi vê helkeftina mezin em spasiya hêzên hevpeymana navnetewî dikin ên ku piştgiriya yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Artêşa Azad û Burkan El-Firat kirin û em tekez dikin ku kes nikare nêzî pêkhateyên Rojava bibe, ji ber girêdan û pêmayên biratiya gelan li nav me mane. Ew rêbertiya jiyana me ya hevbeş di bihurî û niha û ayinde de dikin.”