Gundên di navbera Girê Spî-Kobanê de hatin paqijkirin

YPG'ê da xuyakirin ku di roja 42. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de gundên di navbera Girê Spî û Kobanê de ji çeteyan hatine paqijkirin û operasyonên li herêmê hînê dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di roja 42. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, tevgera hêzên YPG/YPJ'ê yên Kantonên Kobanê û Cizîrê ya li dijî çeteyên li Girê Spî û derdora wê dewam dike.

Navendê da xuyakirin ku duh piştî nîvro, li hemberî gundên hatibûn dorpêçkirin operasyoneke nû hat lidarxistin û da zanîn ku gundên di navbera Kobanê û Girê Spî de ji çeteyan DAIŞ'ê hatin paqijkirin.

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku xebatên lêgerînê yên li derdora Girê Spî dewam dikin û got, "Heta niha tevî 15 termên çeteyan, 36 kleş, 1 çeka sekvanî ya Şiyar, 3 BKC, 1 roketavêja B7, 12 guleyên roketavêja B7, 20 bombeyên destan, 5 bêtelên mezin, 3 bêtelên destan, 2 maşîneyên leşkerî û bi hezaran fîşekên kleş û BKC hatine desteserkirin. Operasyonên hêzên me ya li herême berdewam dike."