Li Qamişlo provokasyona rejîmê

Li Qamişlo hêzên rêjîmê hin ciwanan Kurd û Ereb ji bo leşkeriya bi darê zorê girtin, li ser vê yekê şer derket û di encamê de 3 navendên rejîmê hatin rizgarkirin û bi dehan leşker hatin girtin.

Li Qamişlo hêzên rêjîmê hin ciwanan Kurd û Ereb ji bo leşkeriya bi darê zorê girtin, li ser vê yekê şer derket û di encamê de 3 navendên rejîmê hatin rizgarkirin û bi dehan leşker hatin girtin.

Şevê din saet di 23.00’an de li çarkoşeya ewlekariyê ya rejîmê, stasyona trênê, Girtîgeha Elaya û hin deverên din di navbera hêzên Asayîşê/hêzên paratina cewherî û hêzên rejîmê de pevçûn derket. Têkildarî mijarê Rêveberê Giştî yê Hêzên Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm ji ANHA’yê re axivî û got ku hêzên rejîmê li Qamişlo hin ciwanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb girtin da ku wan bi darê zorê bibe leşkeriyê, di heman demê de êrîşî dewriyeke girêdayî navenda Zimhêrê ya Qamişlo kirin, di encamê de endamekê navendê  birîndar bû  û ev agahî dan: “Li ser vê yekê hêzên me û mudaxele kirin.ˮ

Îbrahîm, destnîşan kir ku hêzên wan ku çarkoşeya hêzên rejîmê kiribûn çemberê piştî ku hin aliyan mudaxele kir çembera wê herêmê vekirin û wiha dom kir: “Piştî ku hin aliyên rejîmê soz dan wê girtiyan serbest berdin û careke din mudaxele nakin û nema mudaxeleya jiyana welatiyan dikin, hêzên me çembera li ser çarkoşeya ewlekariyê û hin herêmên din bi dawî kir.ˮ

‘3 NAVEND HATIN RIZGARKIRIN’

Ciwan Îbrahîm bêyî navê wan diyar bike da zanîn ku hêzên wan û hêzên parastina cewherî 3 navendên din ji destê rejîmê rizgar kirin û ev tişt anî ziman: “Hêzên me Girtîgeha Elaya kiriye çemberê, her wiha bi dehan leşkerên rejîmê ketine destê hêzên me. Em endamên wan bernadin heta hemû ciwanên Kurd û Ereb ên hatine girtin serbest bêne berdan.”

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got ku ew rê nadin ti aliyan ku ewlekariya herêmên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk binpê bikin.