Kalkan: Êdî domandina ya berê nepêkan e

Kalkan diyar kir ku di hilbijartinan de sîstema netewe-dewletiya Tirk hilweşiya ye, rejîma qirkirina çandî têk çûye û got, "Êdî domandina ya berê nepêkan e. Lewma bi vê rewşa nû re wê pêvajoyeke nû destpê bike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê niyar kir û diyar kir ku di hilbijartinan de sîstema netewe-dewletiya Tirk hilweşiya ye, rejîma qirkirina çandî têk çûye. Kalkan got, "Êdî domandina ya berê nepêkan e. Lewma bi vê rewşa nû re wê pêvajoyeke nû destpê bike."

Kalkan, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê û bûyerên din ên rojevê di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de nirxand.

Kalkan da xuyakirin ku tabloya bi hilbijartinê re derketiye holê li ber çavan e û destnîşan kir ku bi awayekî zelal tê dîtin, yê di hilbijartinê de winda kiriye AKP ye, yê bi ser ketiye HDP ye.

SÎSTEMA NETEWE-DEWLET A TIRK HILWEŞIYA YE

Kalkan diyar kir ku ev encam dikare weke destpêka rêveçûnekê were nirxandin û anî ziman ku ev yek weke demeke derbasbûnê, demekê navberê jî dikare were dîtin. Kalkan got, "Ji her alî ve berê xwe li demokratîkbûyînê ye. Hêza bi pêş dikeve, siyaseta demokratîk e. Ev yek beriya 15 salan jî bi heman rengî bû. Di sala 2002'an de dema AKP hat ser desthilatdariyê jî bi heman rengî bû. Lê belê wê demê siyaseta demokratîk qels bû, valahî derxist. AKP ji wê valahiyê sûd wergirt û 13 salan desthilatdariya xwe dewam kir. Pêvajoyeke ku qet ne mafê AKP'ê bû, pêvajoyeke ku li rêveçûna Tirkiyeyê nedihat, bû."

Kalkan da xuyakirin ku tabloya bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê re derket holê: hilweşîna sîstema netewe-dewletiya Tirk e û got, "Wateya dîrokî ya windakirina AKP'ê ew e, ku bi Komarê re sîstema netewe-dewlet a ku sîstema modernîteya kapîtalîst li ser Tirkiyeyê û di ser Tirkiyeyê re li ser Rojhilata Navîn ferz dike, hilweşiya ye. Netewe-dewletiya Tirk hildiweşe. Tayyîp Erdogan weke nûnerê dawî yê vê sîstemê her tim digot, 'yek filan, yek bêvan'. Tekparêzî, navendîparêzî û dîktatoriya hegemonîk hildiweşe, li şûna wê neteweya demokratîk li Tirkiyeyê bi pêş dikeve. HDP maketa vê ye û bi zora HDP'ê re partiyên din, kêm be jî neçar man gavê biavêjin. Di navenda neteweya demokratîk a Tirkiyeyê de xweseriya jinê heye. Ev yek di nava HDP'ê de bi rêjeya ji sedî 40, temsîla xwe dît. Ji aliyê giştî ve jî temsîliyeta jinê ya li meclîsê, ji nîvî ji pênc paran derket yek ji pênc paran. Ev yek di asta şoreşê de giranbuha ye."

ÊDÎ DOMANDINA YA BERÊ NEPÊKAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê hem ji aliyê siyaseta Tirkiykeyê, hem jî ji aliyê siyaseta Kurd ve bûye werçerxeke dîrokî û ev xal destnîşan kir: "Têkilî û hevsengiyên siyasî yên beriya wê heta dawiyê hatin bikaranîn, hatin dirêjkirin. Ji ber vê yekê rizandin û dejenerebûn derket holê. Zerar li dînamîkên civakî kir. Diviyabû beriya niha hevsengî û têkiliyeke siyasî ya dawî li vê rewşê bîne, derketibûya holê. Di vir de em jî hinekî dereng man. Ez jî dikarim rexnedayîna xwe bidim. Weke tevger me di dema xwe de rola xwe nekarî bilîzin, ne nekarî bandora xwe nîşan bidin. Tevî vê derengmayînê jî encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nuqteya dawî destnîşan kir. Êdî domandina ya berê nepêkane. Ji ber vê yekê bi tabloya nû re wê pêvajoyeke nû destpê bike. Ev yek hem ji bo ji nû ve avakirina Tirkiyeyê bi vî rengî ye, hem jî ji aliyê siyaseta Kurdistanê ve."

Kalkan anî ziman ku siyaseta Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê wê li gorî vê yekê bimeşin û got, "Têkiliyên di navbera PKK-PDK'ê de jî wê li gorî vê ji nû ve şekil bigirin. Têkiliyên berê ji aliyê PDK'ê ve hat qedandin. Me ew hêz nîşan nedan. Wan bêhtir israr kirin, em nizanin bê hesaba çi kirine. Herhal wan gelekî bawer kirin ku HDP wê winda bike. Ji ber vê yekê bêyî xwe vegire yekser li hemberî PKK'ê helwest nîşan dan. Niha encamên hilbijartinê li hesabê wan nehat. Rewşa li Rojava li hesabê wan nayê.

Li hemû parçeyên Kurdistanê Kurd ji bo azadiyê rabûne ser piyan. Hêzeke bi tena serê xwe ya wan temsîl dike nîne. Vana ne berdevkên Başûrê Kurdistanê ne. Başûrê Kurdistanê pirsgirêka xwe çareser dike, Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka xwe çareser dike, Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêkên xwe çareser dikin. Azadî û demokrasiya her parçeyî berhema gelê li wî parçeyî dijî ye û di encama hewldana gel de pêk tê. Ev yek, xeta ku PKK'ê ji destpêkê ve ji xwe re esas girtiye. Ev yek niha bi cih tê.

Lewma em weke partî amade ne têkiliyên nû biafirînin. Li ser bingeha ji nû ve nirxandin û civandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em amade ne bi hemû partiyên Kurdan re têkilî û diyalogê ya ji bo pêşvebirina demokrasiya Kurd, bimeşînin. Li Tirkiyeyê jî li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd em amade ne ji bo ji nû ve avakirina Tirkiyeyê bi berpirsyariyên xwe rabin û wezîfeyên xwe bicih bînin."

Ji bo lêgerîn û nîqaşên li ser koalîsyona li Tirkiyeyê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ev nirxandin kir:

"Nêzîkatiya 'kî wê vê pêvajoyê bi rêve bib, kî wê bibe hikûmet, lêgerîna li hikûmetê heye' ya li encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nêzîkatiyeke paşdemayî ye. Êdî ti kes mîna beriya niha nikare bi tena serê xwe yan jî bi avakirina hikûmeta koalîsyonê re welêt û civakê bi rêve bibe. Ya herî dawî AKP bû, zêde jî bi rêve bir, lê qediya. Êdî AKP nikare bi rêve bibe. AKP'ê çawa bi rêve bir, sedemên xwe hene. Valahiyên cidî derketin holê, ji wir sûd wergirt. Haya me ji berpirsyariya di derketina van valahiyan de heye. Lewma em ê êdî nehêlin valahiyên bi vî rengî derkevin holê. Ev sîstem bi destûra xwe ya bingehîn, bi qanûnên xwe re sîstema 12'ê Îlonê ye. Sîstem ji aliyê cewherî ve neguherî. Tirkiye bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê re rû li hev nehat. Darizandinên hatin kirin sexte bûn. Lewma Tirkiyeyê hesap ji faşîzmê nepirsî, ji dîktatoriya netewe-dewletê nepirsî. Ji ber vê yekê guhertin û ji nû ve avabûna demokratîk pêk nehat. Kî bixwaze vê sîstema heyî bi rêve bibe, wê bibe partiya sîstemê. HDP jî nikare bike. CHP-MHP rabin bixwazin bikin, ji wan re jî derbasbûyî be! Wan ji xwe di sala 2002'an de ya ji wan hat heta dawiyê kirin, nikarin ji nû ve bikin.

Pêwîste lêgerîna li hikûmetê weke lêgerîna li rêveberiyeke sîstema heyî bi rêve bibe, neyê nirxandin. Girîng e ev pêvajo weke pêvajoya ji nû ve avabûn û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bê nirxandin. Nîqaşên li ser hikûmet û koalîsyonê, lêgerîna avakirina rêveberiyek karibe vê bike, ne. Divê nêzîkatiyeke bi vî rengî were nîşandan û meclîs jî li ser vê bingehê bê xebitandin."

DIVÊ MERCÊN JIYANA AZAD Û XEBATÊ YÊN RÊBER APO BÊN AFIRANDIN

Kalkan anî ziman ku bi vî rengî meclîs dikare bi rola meclîsa damezrîner a demokrasiyê rabe û destnîşan kir ku li ser bingeha 10 xalên li Dolmabahçeyê hatin aşkerakirin, meclîsa damezrîner divê bi pêvajoya muzakereyê re bibe yek.

Kalkan got, "Ji bo vê jî beriya her tiştî divê şert û mercên Rêber Apo tê de ye, werin guhertin. Rêber Apo sermuzakerevanê aliyê Kurd e. Eger wê muzakere ji nû ve werin meşandin, wê weke sermuzakerevanê aliyê Kurd Rêber Apo amade be. Muzakere jî di nava van şert û mercan de nabe. Muzakere di şert û mercên wekhev û azad de dibe. Girîng e hêzên muzakereyê dimeşînin bi awayekî azad tevbigerin. Lewam divê mercên jiyana azad û xebatê yên Rêber Apo bên afirandin."

Kalkan di dawiya axaftina xwe de serketina li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û destnîşan kir ku serketinên leşkerî yên li dijî DAIŞ'ê li Rojava, Şengal, Kerkûk û Mexmûrê hatin bidestxistin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê veguherîn serketina siyasî.