Kaçeroglû: Yê birîndar bûye polîs be, yê kurê min lînç kir jî polîs e
Der barê bavê Ekrem Kaçeroglû yê li Îzmîrê di çalakiyên ji bo Kobanê de hat lînçkirin û qetilkirin, bi îdîaya ku di roja bûyerê de "Bi zanebûn êrîşî polîs kiriye û birîndar kiriye", "Nehiştiye wezîfeya xwe bike û zerar daye mal" lêpirsîn hat vekirin.
OZGUR AYDIN/ANF
ÎZMÎR
sêşem, 16 pûşperê 2015, 09:15
Der barê bavê Ekrem Kaçeroglû yê ku li Îzmîrê di dema çalakiyên ji bo Kobanê de hat lînçkirin û qetilkirin, bi hinceta ku di roja bûyerê de "Bi zanebûn êrîşî polîs kiriye û birîndar kiriye", "Nehiştiye wezîfeya xwe bike û zerar daye mal" lêpirsîn hat vekirin. Bav Kaçeroglû nerazîbûn nîşanî lêpirsînê da. Parêzera malbatê Nezahat Paşa jî diyar kir ku bi vê dozê re tê xwestin, pêşî li têkoşîna hiqûqî ya malbatê were girtin.
Li Îzmîrê di 7'ê Cotmeha 2014'an de, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, gel li gelek nuqteyan çalakî lidar xistibû. Yek ji van çalakiyan jî li Taxa Doganlar a navçeya Bornovayê bû. Di destpêkê de polîsan êrîşî vê çalakiyê kiribûn, dûre jî gurûheke faşîst a li taxê, bi polîsan re êrîş kiribû. Di vê demê de, Ekrem Kaçeroglû (38) ê di çalakiyê de bû, bi guleyê bi giranî birîndar bûbû û li pêş çavê polîsan dema li erdê bi birîndarî dirêjkirî bû, gurûha nîjadperest li wî da. Xizmên wî ew rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê, lê Kaçeroglû di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû.
Bav Bedrettîn Kaçeroglû yê heman rojê tevlî çalakiya protestoyî bû, piştî ku bihîst gule berdane Ekrem, çû cihê bûyerê. Bedrettîn Kaçeroglû yê dît ku kurê wî hatiye lînçkirin, ji bo Ekrem biparêze xwe avêt ser wî û hewl da kurê xwe ji lînçê biparêze. Di wê kêliyê de TOMA jî, li şûna ava şid berde gurûha nîjadperest, av berda bav Kaçeroglû û Ekrem. Gurûha nîjadperest hewl da Bedrettîn Kaçeroglû jî lînç bike û di pevçûna li vir de bav Kaçeroglû ji vir dûr ket û canê xwe bi vî rengî rizgar kir.
Piştî mirina Ekrem Kaçeroglû doz li 4 bersûcan hat vekirin, lşê belê ti ji wan bi awayekî girtî nehatin darizandin. Di ser re, li bav Bedrettîn Kaçeroglû lêpirsîn hat vekirin. Ji bo vê lêpirsînê jî hinceta "Bi zanebûn êrîşî polîs kiriye û birîndar kiriye", "Nehiştiye wezîfeya xwe bike û zerar daye mal" hat nîşandan.
'POLÎS Û TOMA DEST LI KOMA LÎNÇ DIKIR WERNEDAN'
Bav Bedrettîn Kaçeroglû nerazîbûn nîşanî lêpirsîna lê hat vekirin da û ji ANF'ê re axivî. Bav Kaçeroglû anî ziman ku piştî bihîst Ekrem hatiye birîndarkirin çûye cihê bûyerê û dîtiye ku gurûha li wê derê hewl dide kurê wî lînç bike û got, "Dema ez çûm wê derê Ekrem li erdê dirêjkirî bû û bi dehan kesan ew lînç dikirin. Min xwe avêt ser wî û hewl da wî biparêzim. Di wê kêliyê de bi sedan polîs û TOMA hebûn. Lê belê ti ji wan dest li êrîşkaran wernedan."
'EGER YÊ BIRÎNDAR BÛYE POLÎS BE, YÊ KURÊ MIN LÎNÇ KIR JÎ POLÎS E'
Bav Kaçeroglû anî ziman ku dema hewl dida kurê xwe biparêzer, vê gurûhê êrîşî wî jî kiriye û got, "Ji nişka ve li min dan. Di wê kêliyê de TOMA jî ava şid berda me. Dema komê êrîşî min kir, ez jî neçar mam xwe biparêzim. Di wê demê de dibêjin polîs birîndar bûye û niha rabûne li hemberî min doz vekirine. Yên êrîşî min kirin faşîst bûn, li hemberî wan min li ber xwe da. Eger yê ku min ew birîndar kiribe polîs be, wê demê yê ku kurê min lînç kir jî polîs e. Madem di dema lînçê de polîs li wir bûn, çima kurê min neparastin. Kurê min li pêş çavên wan hat lînçkirin. Min êrîşî polîs nekir, li hemberî yên êrîşî min kirin min li ber xwe da. Niha radibin ji ber birîndarkirina polîsan dozê li min vedikin. Çima kujerên kurê min nagirin. Edalet bi vî rengî nabe. Kujerên kurê min li derve ne, lê dixwazin min bixin zîndanê."
'MADEM POLÎS LI WIR E, ÇIMA DEST LI LÎNÇÊ WERNEDA'
Parêzera malbata Kaçeroglû Nezahat Paşa jî agahî da ANF'ê û diyar kir ku kengî sûcek bê kirin, ji bo mexdûr mafên xwe neparêzin dozek li hemberî wan tê vekirin û got, "Ekrem Kaçeroglû di dema protestoyên ji bo Kobanê de hat qetilkirin û hînê di dosyaya wî de kesekî girtî nîne. Tevî vê yekê, li hemberî bav Bedettîn Kaçeroglû yê di wê rojê de hewl da kurê xwe ji lînçê rizgar bike, lêpirsîn hat vekirin. Muwekîlê min bav Kaçeroglû dibêje ku ji bo koma lînç dikir bbelav bike, wî li wan kesan xistiye. Di dîmenan de jî ev heye. Niha radibin dibêjin yek ji kesên ku di nava komê de lêdan xwariye polîs e. Muwekîlê min di îfadeya xwe de dibêje madem yê li wir polîs bû, çima pêşî li lînçê negirt."
'DIXWAZIN PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ YA MALBATÊ BIGIRIN'
Paşa da xuyakirin ku bi vê doza li malbatê hatiye vekirin re tê xwestin ku pêşî li têkoşîna hiqûqî were girtin û got, "Eger qeydên kamerayê bê lêkolînkirin wê were dîtin, ku hewl dide kurê xwe yê li erdê dirêjkirî ye, biparêze. Di vê dozê de bi tenê li hemberî 4 kesan doz hatiye vekirin, lê qeyda bi dehan mirovan heye. Pêwîste ev hemû kesên di dîmenan de xuya dikin werin darizandin. Her wiha di van dîmenan de tê dîtin ku gurûha êrîşkar li pêş polîs û TOMA'yan bi çekê dimeşe. Di rewşeke asayî de pêwîste li hemberî polîsên li wê derê, 'ji ber binpêkirina wezîfeya xwe' lêpirsîn bihata vekirin, lê bi îdîaya 'birîndarkirina polîs' der heqê muwekîlê min de lêpirsîntê destpêkirin."
'DADGERÎ ALÎGIR E Û BI NÊRÎNA DESTHILATDARIYÊ TEVDIGERE'
Paşa diyar kir ku polîsê birîndar pêwîste di vê dosyayê de bersûc be û got, "Gelekî bêwate ye ku muwekîlê min di vê dosyayê de bersûc e. Ev darizandin nîşan dide ku dadgerî çiqasî alîgir e û bi nêrîna desthilatdariyê tevdigere. Di vê dosyayê de bi tenê 4 kes bersûc hatine nîşandan, lê belê divê tevahiya gurûha lînç dikir, bersûc bûya. Wezîfedarên emniyetê û midûrê emniyetê yê wezîfeya xwe bicih neanîn, divê bersûc bin. Em ê giliyê polîsê birîndar bikin, ji ber ku wezîfeya xwe bicih neaniye. Em ê dozê bişopînin."