Alîkarê Hevserokên Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî der barê destûra bingehîn a nû ya li Başûrê Kurdistanê li ser nîqaş tê kirin de got, "Destûreke bingehîn a demokratîk wê lihevnekirinên navbera partiyan çareser bike."
Kerkûkî bi lêv kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê, li şûna pergala serokatiyê, pergala parlamenter a demokratîk baştire û wiha berdewam kir: "Divê serokê herêmê jî ji aliyê parlamentê ve bê hilbijartin. Divê erka serok bê sînorkirin, eger serok mêr be divê cîgirên wî jin bin, eger serok jin be divê cîgirên wê mêr bin. Bi vî awayî wê temsîliyet kêm be jî pêk bê."
Kerkûkî bal kişand ser pêşnûmeya ku amade kirine û wiha got: "Me wek tevgera Azadî, li herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dema destûra bingehîn dihat amade kirin, me pêşkêşkirina pêşniyar û projeyên xwe ji bo xwe wek peywir dît û me pêwistî dît ku em pêşnûmeyeke wisa amade bikin û pêşkêşî komîsyona amadekar a destûra bingehîn bikin.
Ji bo vê me di nava xwe de komîteyek amadekar ava kir. Vê komîteyê pêşnûmeya destûra bingehîn ya berê lêkolîn kir. Me xalên ne li gorî avabûna demokratîk û azadiya herêmê ye, tespît kir û jê derxist. Yanî me ji bo destûreke bingehîn a demokratîk û nû amade kir. Komîsyona me xebatên berfireh meşand. Hevdîtin û lêkolîn kirin. Di encama vê xebatê de me pêşnûmeya xwe bi raya giştî re parve kir û me pêşkêşî komîsyonê kir.
Dîsa me bi kesên pispor re hevdîtin kir. Me ji nêrîn û pêşniyarên wan sûd wergirt. Me bi aliyên cuda yên civakê re hevdîtin kirin. Me daxwazên gel, hewcedariyên gel tespît kir û li gorî vê pêşnûme amade kir."
Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî destûra bingehîn a di 2009’an de hatibû qebûlkirin, rexneyên cidî hebûn û got: "Eger bi destûra bingehîn a heyî re berdewam bikirina, wê pirsgirêkên cidî bihatana jiyîn. Hat dîtin ku bi vî awayî nayê meşandin û ji bo amadekariya destûreke bingehîn ya nû komîsyon hat avakirin. Ev geşedaneke erênî û girîng bû. Ji gel jî reaksiyonên erênî hatin.
Di pêşnûmeya me da komîsyona amadekar de, bi çar serenavên sereke me îfade kir. Ev; beşa neteweyî, beşa demokratîk, beşa îdarî û rêgezên sereke yên rêveberiya demokratîk bû. Başûrê Kurdistanê herêmeke girêdayê Iraqê ye. Îro dema mirov geşedanên tên jiyîn li ber çavan bigirin, Başûrê Kurdistanê azadiyên xwe bigihîjîne destûra bingehîn ev ne li dij destûra bingehîn ya Iraqê ye. Îro divê hem geşedanên Rojhilata Navîn û hem jî yên Herêma Federal a Kurdistanê li ber çavan bê girtin û li gorî wê sekn bê nîşandan. Ji ber vê di beşa neteweyî de zêde me rewşa neteweya Kurd ya ku îro têde derbas dibe li ber çavan girt.
Di beşa demokratîk de; parlamento û berpirsyariyên wê hatin ziman. Rewşa konjoktruel li ber çavan hat girtin, divê hemû kom û baweriyên cuda yên parlamentoyê îradeya xwe ya azad danîn holê.
DIVÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ XURT BIBIN
Di beşa îdarî de, divê, herêmî xwedî gotin û rêveberiyê bin. Li şûna rêveberiya navendî divê modeleke rêveberiyê ya ku rêveberiya herêmî xurt dike, bê avakirin. Mijara statuyê di rojevê de bû û Şengal û Kerkûk bi taybet hatin nirxandin. Li van herêman ol û baweriyên cuda hene. Divê esas bê girtin ku ev herêm di pêvajoyên biryargirtinê de bibin xwedî gotin. Bêguman divê ev der bibin cihên ku xwedî statuyên taybet ya girêdayê herêma Kurdistanê. Em wek tevger bawer dikin ku ev tiştekî raste."
DIVÊ WEKHEVIYA JIN Û MÊR PÊK BÊ
Kerkûkî got di beşa tevlîbûna wekhev a demokratîk de jî esas hatiye girtin ku hemû kes bi awayekî wekhev di jiyana siyasî û civakî de beşdarbûnê pêk bîne. Kerkûkî got: "Ev bi taybet beşdarbûna jinan a wekhev esas digire. Niha gelek alî dibêjin ev zehmete. Lê em wisa nafikirin. Em vê girîng dibînin û dibêjin wê pêk bê.”
DIVÊ PERGALA PARLAMENTER ESAS BÊ GIRTIN
Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku eger herêm bi pergala parlamenter bê bi rêvebirin wê demokrasî zêdetir pêş bikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tenê ji nîqaşên ku Mesut Barzanî ji nûve bê hilbijartin an neyê hilbijartin, pêk nayê. Me got divê pergala parlamenter xurt bibe û ev di alî rêveberî û demokrasiya herêmî de rastire.
DIVÊ SEROKÊ HERÊMÊ JI ALIYÊ PARLAMENTÊ VE BÊ HILBIJARTIN
Em difikirin ku serokê herêmê ji aliyê parlamentê ve bê hilbijartin. Me di pêşnûmeya xwe de ev anî ziman. Eger parlament serok hilbijêre wê di heman demê de rola mekanîzmaya kontrolê jî bibîne. Ji xwe wê erkên serok jî bisînor bike. Lê dema ji aliyê gel ve bê hilbijartin wê mekanîzmaya kontrolê neyê avakirin. Divê hem serok û hem jî cigirên serok ji aliyê parlamentê ve bên hilbijartin.
Eger kesên di komîsyona amadekar de cih digirin, karê xwe bi dîsîplîn bimeşînin wê di nava dema hatiye diyarkirinê de destûra bingehîn amade bikin. Jibo herêma me ya ku ev 25 sale bê destûra bingehîn tê bi rêvebirin, ev rewş êdî nayê qebûlkirinê.”
PIRSGIRÊK BI DESTÛRA BINGEHÎN WÊ BÊ ÇARESERKIRIN
Kerkûkî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê xesasiyeta demê li ber çavan bê girtin û partiyên herêmê li gorî vê bibin xwedî helwest. Divê van lihevnekirinan ji holê rabikin. Li Başûrê Kurdistanê krîzek aborî ya girîng tê jiyîn. Dîsa ji ber êrîşên DAIŞ’ê pirsgirêkên ewlehiyê tên jiyîn.
Niha Tevgera Goran û Serokatiya YNK’ê projeyên xwe pêş xistin. Birêz Mesût Barzanî got heta 20’ê Tebaxê divê hilbijartinên serokatiya herêmê pêk bê. Li gorî min vê rê li ber nerazîbûnan vekir. Em li ser nerazîbûnan pêşketina van tiştan rast nabînin. Ji ber ku ne tenê li Başûrê Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê geşedanên girîng çêdibin. Li rojava Kurdan li dijî DAIŞ’ê serketinek mezin pêk anîn. HDP’ê serketinek mezin li Bakur bidest xist. Li Başûr jî divê em van nakokî û lihevnekirinan li aliyekî bihêlin."