Pirtûka Iraz ji bo fêmkirina Felsefeya Apoyî rê nîşan dide
Pirtûka "Felsefeya Apoyî" ya nivîskar Hasan Iraz, ku ji Weşanên Goran derket, gihaşt ber destê xwendevanên xwe.
Pirtûka "Felsefeya Apoyî" ya nivîskar Hasan Iraz, ku ji Weşanên Goran derket, gihaşt ber destê xwendevanên xwe.
Pirtûka "Felsefeya Apoyî" ya nivîskar Hasan Iraz, ku ji Weşanên Goran derket, gihaşt ber destê xwendevanên xwe. Nivîskar Hasan Iraz ku beriya niha bi pirtûka xwe ya bi navê "Nasnameya Civakî û Civakîbûn" dihat naskirin, bi vê xebata xwe re nêzîkatiya li Felsefe/Paradîgmaya Apoyî dinirxîne. Pirtûk, weke 'fêmkirina Ocalan' jî dikare bê nirxandin.
"Felsefeya Siyaset û Azadiyê ya Hegel" ku mijara teza nivîskar e û nêzîkatiya metodolojîk a li vê yekê, dîsîplînên felsefî bi perspektîfên fêmkirina Ocalan re tê têgînîkirin.
Nivîskar dibêje, "Armanca me fêmkirina; nêrîna li jiyana civakî ya paradîgmaya demokratîk-dekolojîk-azadîparêziya zayendî û çawaniya hêmanên felsefî yên avakirina vê paradîgmayê ye" û dixwaze, ku ji bo nêzîkatiyên kêm ên di mijara fêmkirina Ocalan de ji holê bên rakirin, kêm be jî pirtûk tevkariyê bike.
Nivîskar, bi vê pirtûka xwe re li hemberî metodên hişmendiyên modernîst û post modernîst, hewl dide bibe pêşberê lêgerîna li metodeneke nêzî heqîqetê.
Li hemberî xwendina şaş a ji derve û ji bo pêşîgirtina li nêzîkatiyên şaş ên li hundir, "Felsefeya Apoyî", ji bo kesên dixwazin paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêm bikin, cihê xwe di cîhana weşanê de girt.
HASAN IRAZ KÎ YE?
Hasan Iraz ê bi eslê xwe ji Mêrdînê ye, dis ala 1980'î de li Edeneyê ji dayik bû. Ji beşa Felsefeyê ya Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Ûlûdagê mezûn bû. Lîsansa xwe bi teza "Felsefeya Azadî û Siyasê ya Hegel" wergirt. Iraz ji ber sedemên siyasî di demên cuda de hat girtin, herî dawî di sala 2009'an de ji ber operasyonên qirkirina siyasî hat girtin. Di sala 2013'an de ji girtîgehê derket. Pirtûkek Iraz a bi navê "Nasnameya Civakî û Civakîbûn" a beriya niha hatibû weşandin heye.