Hêzên YPG/YPJ li navenda Girê Spî bi pêş ve diçin

Di operasyonên ji bo rizgarkirina Girê Spî de ji duh bi şev û vir ve bi dehan gund hatin rizgarkirin û rêya di navbera Girê Spî û Reqayê, ket bin kontrola şervanan. Hêzên YPG/YPJ'ê ku taxa Meşhura Jêr ji çeteyan paqij kirin, her bi pêş ve diçin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ketiye roja 40. de hêzên YPG/YPJ'ê yên Kantonên Kobanê û Cizîrê, tevgera li hemberî çeteyên li Girê Spî (Til Ebyad) û derdora wê bicih bûne, dewam dike.

LI ALIYÊ BAŞÛR 3 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Navendê diyar kir ku duh bi şev gundên Doxaniyê û Malha yên li qiraxa Çemê Cellabê yê li başûrê Girê Spî ji çeteyan hatine paqijkirin û da zanîn ku gundê Xirbêt Riz ê li heman herêmê jî di encama pevçûneke dijwar a heta serê vê sibehê dewam kir de, ji çeteyan hatiye rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê yên ji xeta sînorê Bakurê Kurdistanê bi pêş ve diçin, gelek nuqteyên stratejîk ên kîlometreyekê dûrî deriyê sînor e ji destê çeteyan derxistin û hat destnîşankirin ku di navbera hêzên YPG/YPJ'ê yên ji bakurrojhilatê Girê Spî ketine nava bajêr û çeteyên DAIŞ'ê yên li taxa Meşhûra Jor de, pevçûnên dijwar diqewimin.

LI ALIYÊ ROJHILAT 2 GUND Û TAXA MEŞHURA JÊR JI ÇETEYAN HATIN PAQIJKIRIN

Li gorî daxuyaniyê, ji aliyê rojhilat ve jî gundên Til Berîq û Xabûra ji çeteyan hatin paqijkirin û hêzên YPG/YPJ'ê xwe gihandin taxa Meşhura Jêr. Navendê diyar kir ku di encama pevçûnên dijwar de, ku heta nîvê şevê dewam kirin tax ji çeteyan hatiye paqijkirin.

JI ALIYÊ KOBANÊ VE 13 GUNDÊN GIRÊ SPÎ HATIN RIZGARKIRIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê pêşveçûna hêzên YPG/YPJ'ê yên ji aliyê Kobanê ber bi Girê Spî ve ev agahî da:

"Hêzên me yên ku di çerçoveya tevgera Girê Spî de ji milê Kobanê ve pêşdikevin jî şevê din gundên Leklêgo, Bir Zinar, Zinar, Kor Hêsên, Savan, El Begêr, Sifeyan, Kefîfa û Lûetfê yên dikeve li ser xeta sînora bakura Kurdîstanê ji çeteyan paqijkirin.

Hêzên me yên ku pêşveçûna xwe ya li vê herême berdewam dikin, îro gundê Qayseriyê ku dikeve 13 km başûrê Girê Spî ji çeteyan paqijkirin. Bi vê awayî rêya Girê Spî û Reqqa ketiye bin serweriye hêzên me de. Hêzên me dîsa gundên Hicaciyê, Xatuniyê û Mindalî ku li heman herême ye ji çeteyan paqijkirin."

Navendê da xuyakirin ku di çarçoveya operasyonan de heta niha bi dehan çete hatine kuştin û 3 kleş, 3.000 fîşekên kleşê, 1 BKC, 1.500 fîşekên BKC, 2 roketavêja B7, 12 guleyên roketavêja B7, 1 bêtel û hejmarek zêde amûrên leşkerî hatine desteserkirin.

Navendê got, "3 hevrêyên me yên ku bi ruhe xwe yê êrîşê û bi fedakariya xwe ve di pêşketina tevgere me de rolekî mezin dilîstîn bi lehengî şer kirin û gihîştin asta şehadetê."