Cenazeyên 5 têkoşeran li Kobanê hatin veşartin
Şêniyên Kobanê 2 xebatkarên Heyva Sor a Kurd, 2 şervanên YPG’ê û welatiyekî sivîl ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin.
Şêniyên Kobanê 2 xebatkarên Heyva Sor a Kurd, 2 şervanên YPG’ê û welatiyekî sivîl ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin.
Şêniyên Kobanê cenazeyên endamên Heyva Sor a Kurd Menaf Şêxnebî û Zozan Bozo, şervanên YPG`ê Ebdela Silêman (Cekdar Efrîn) û Mihemed Mistefa (Xebat Kobanê) ku di encama êrîşî çeteyên DAIŞ`ê yên li hemberî ambûlansa Heyva Sor a Kurd de jiyana xwe ji dest dane û welatiyê sivîl Mezlûm Moro yê di berxwedama rizgarkirina gundê Xan Mamedê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê girseyî li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.
Bi sedan welatiyên Kobanê û gundê wê bi armanca wergirtina cenazeyên 5 têkoşeran li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê kom bûn. Girseya ku bê navber dirûşme qîriya, piştî wergirtina cenazeyan ber bi goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik ve derket ser rê.
Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Arêf Balî axivî û pêngava rizgarkirina Girê Spî wekî pêngava rûmetê bi navê kir û destnîşan kir ku bi saya berxwedana cangoriyan herêmên Rojava tên rizgarkirin.
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xwerser a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen axivî û anî ziman ku jinên Kobanê û jinên tevahiya Rojava di asteke bilind de têdikoşin û bang li hemû jinan kir ku di rêya rûmet û berxwedanê ya cangoriyan de xebatên xwe zêde bikin.
Li ser navê Desteya Tendirustiyê ya Kobanê jî Mihemed Arif axivî û diyar kir ku endamê Heyva Sor a Kurd Menaf Şêxnebî ji bo dermankirina şervanên YPG`ê û YPJ`ê her tim xwe dikir nava xetereyê û serdana eniyên şer ên herî pêş dikir û got: "Hevalê me Menaf li ser rêya rizgarkirina Girê Sipî bû, lê mixabin ew zû çû û beriya rizgarkirina Girê Spî bibîne jiyana xwe ji dest da. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya wan û hemû cangoriyan bin."
Piştî axaftinan sîcilên şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên 5 têkoşeran li ber dirûşme û tilîliyan spart axê.