Azadkirina Girê Spî li Şengalê hat pîrozkirin

Azadkirina Girê Spî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve, li Şengalê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Azadkirina Girê Spî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve, li Şengalê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Gerîlayên HPG/YJA Star, hêzên YBŞ/YPJ-Şengal û bi sedan welatiyên Êzidî, bi şahiyekê azadbûna Girê Spî pîroz kirin.
 
Bi vê armancê, konvoyeke ji dehan wesayîtan ji herêma Amûd bi rê ketin û gihîşt herêma Çilmera ya li ser çiyayê Şengalê. 

Di rê de dirûşmeyên ‘Kî Serket, YPG serket’ û ‘Bijî YPG’ hatin qîrîn. 

Piştî konvoy gihîşt Çilmera, welatî ji wesayîtan peya bûn û şahiyê destpê kir. 

Hêzên berxwedêr û welatiyan govend gerandin û rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin. 

Herwiha fîşekên hewayê hatin teqandin. Şahiyê bi gotina stranan û gerandina govendê heta derengî şevê dewam kir.