YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê çalakiya fedayî pêk anî aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê di şerê li dijî çeteyan de birîndar bûbû û çalakiya fedayî li dar xist, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê di şerê li dijî çeteyan de birîndar bûbû û çalakiya fedayî li dar xist, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê çalakiya fedayî pêk anî aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja me a îro li dijî hêzên ku destketiyên gelan dixin xeteriyê, berxwedaniyeke bêhempa destpê kiriye. Berxwedana bi rûmet a şervanên me yên YPG/YPJ’ê yên nirxên mirovatiyê li dijî terorîstên DAIŞ’ê diparêzin, bê rawestan berdewam dike. Ev berxwedan ji her kesî re dide diyarkirin ku DAIŞ ne ew hêze ku bibin nakeve.

Bi hezaran ciwanên Kurd xwe li hemberî şoreşa Rojava berpirsyar dîtin, tevlî nava refên YPG û YPJ’ê bûn û li hemberî êrîşên dijwar ên terorîstên DAIŞ’ê berxwedana xwe bilind kirin. Şervanên me li Kobanê ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe dan û gelek rêhevalên me di vê rêyê de gihiştin asta şehadetê.

Axa Kobanê şahîdiya gelek qehremanên wekî rêheval Rêvan, Baran, Hogir, Arîn, Baz, Zinar, Bihar, Stêrk, Serxwebûn kir. Herî dawî jî rêheval Welat ji bo ku nirxên mirovahiyê biparêze bû ronahiya rêya me.

Rêheval Welat Gabar (Ahmed Mûhemed) yek ji berxwedêrên mezin ku di şoreşa Rojava de rolekî mezin lîstibû û berpirsiyartiyên girîng girtibûn ser milê xwe. Rêheval Welat di temenê xwe yê ciwan de li hemberî doza gelê Kurd xwe berpirsiyar dît û dest bi xebatên neteweyî kir. Hevalê Welat ji bajarê Efrînê bû, lê ti caran ferq nedixist navbera bajarên Kurdistanê. Bi hêvî bû ku rojekê biçe çiyayê Gabarê. Ji xwe ji bo vê yekê, navê xwe kiribû Welat Gabar.

Heval Welat li gelek bajarên Kantona Cizîrê li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer kir. Tevî ku gelek caran birîndar bibû jî, lê ti carî birîndariya xwe li hemberî çalakbûna xwe nekir asteng. Di jiyana xwe ya di nava tekoşîna rizgariya neteweyî de bi hêminî û fedakariya xwe dihat naskirin. Heval Welat, ciwanekî bala hemû hevalên xwe dikişand û mînaka wan a jiyanê bû.

Çawa ku hevala Arîn Mîrkan di şopa hevala Rêvan de meşiya û çalakiya xwe ya fedayitiyê pêk anî, rêheval Welat Gebar jî bi heman awayî, di 06’ê Hezîrana 2015’an de li gundê Qiratê li hemberî terorîstên DAIŞ’ê bi lehengî şer dike û birîndar dibe. Her çendî dikaribû ji gund derkeve û xwe xilas bike jî, lê rêhevalê me ti carî berdana cihê xwe qebûl nedikir. Ji bo vê jî çalakiya fedayî pêk tîne û bi vî awayî li ser şopa hevala xwe Rêvan dimeşe û tevlî kerwanê şehîdan dibe.

Şehadeta rêheval Welat ji bo me êşeke mezin bû, lê bi qasî wê êşê şehadeta heval Welat ezma me ya têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞ’ê û hemû dijminên mirovahiye jî bilindtir û dijwartir kir.

Li ser vê bingehê bi navê hemû şervanên YPG/YPJ’ê ji malbata rêheval Welat Gabar û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê heval Welat Gabar de soz didin tevahî şehîdên heqîqetê ku em ê rêya wan bişopînîn û xwestekên wan bi cih bînin.

Şervanên YPG û YPJ’ê bi armanca avakirina jiyanek azad û demokrat têdikoşin, hemû mirovên bi rûmet çavên xwe li vê têkoşinê ne, li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên azadîxwaz dikin ku tevlî nava refên hêzên me bibin.”

Nasnameya şervanê YPG'ê wiha ye:

Nasnav: Welat Gabar

Nav: Ehmed Muhemed

Navê dayikê: Suad

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê : Efrîn