Li Girê Spî ala DAIŞ'ê hat daxistin, ala YPG'ê li ba ye

Şervanên YPG/YPJ'ê li Girê Spî ala DAIŞ'ê daxistin û li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo" ala YPG'ê daliqandin.

Şervanên YPG/YPJ'ê li Girê Spî ala DAIŞ'ê daxistin û li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo" ala YPG'ê daliqandin.

Bajarê Girê Spî û deriyê sînor ê vî bajarî, ku ji bo bajarê Reqa yê di bin dagirkeriya çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de xwedî girîngiyeke mezin e, duh ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin. Hêzên YPG/YPJ'ê yên bajar kontrol kirin, ala DAIŞ'ê ya li rojavayê bajêr daxistin û ala YPG'ê hildan.

Di dema bilindkirina ala YPG'ê de şervanên YPG/YPJ'ê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" qîriyan û dirûşma Çerxa Şoreşê gotin.

GEL BI COŞ Û KÊFXWEŞ E

Berzkirina ala YPG'ê, ji aliyê girseya gel a li derdora sînorê Girsê Spî civiya bû, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Polîsên Tirk jî bi qasî 100 metre dûrî deriyê sînor ê Girê Spî şerîda ewlekariyê çêkirin û derî li çûn û hatinê girtin.