TEV-DEM: Azadî bi rengekî nû vegeriya Girê Spî

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rizgarkirina bajarê Girê Spî li hemû welatiyên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku azadî bi rengekî nû vegeriyaye Girê Spî.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rizgarkirina bajarê Girê Spî li hemû welatiyên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku azadî bi rengekî nû vegeriyaye Girê Spî.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê serketinên YPG/YPJ’ê û hêzên Bûrkan El-Firat û rizgarkirina bajarê Girê Spî (Til Ebyedê) ji çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku serketina operasyona rizgarkirinê bi saya hêzên YPG/YPJ’ê û tabûrên Artêşa Azad û bi hevkariya welatiyên herêmê pêk hatiye.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

"Azadî bi rengekî nû vegeriya bajarê Girê Spî û nûnertiya vîna azad û biratiya gelan ku xwe dispêre ruhê berxwedêr a hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûr û Suryanan dike. Operasyona Şehîd Rûbar Qamişlo bi fermandariya hêzên YPG/YPJ’ê, hin tabûrên Artêşa Azad û alîkariya welatiyên herêmê ku trajediyeke mezin ji destên DAIŞ’ê dîtine, serketî didome.

Em vê serketina pîroz di serî de li welatiyên herêma Girê Spî û hemû mirovahiyê pîroz dikin. Wekî ku beriya niha me diyarkiribû herêma Kobanê wê bibe destpêka tinekirina çeteyên DAIŞ’ê. Ev yek niha li seranserî Kantonên Kobanê û Cizîrê pêk tê. Bê vê munasebetê em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên rêya azadiyê ditewînin û berxwedêrên ev serketinê pêk anîne silav bikin.

Berxwedana ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê li çiyayê Kizwanan (çiyayê Ebdilezîz), Til Temir, Mebrûka, Aliya, Silûk û Girê Spî dane meşandin, ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike. Lê belê ev berxwedan nûnertiya hemû gelên herêmê û kedkaran dike. Di heman demê de berxwedaneke mezin ji bo parastina mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê têkoşîna azadî û demokrasiyê ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê dide meşandin, nûnertiya nirxên mirovahiyê dike û hêviyên gel di pêşerojeke azad û wek hev de mezin dike.

DAIŞ ji destpêka xwe ve rastiya xwe ya li dijî mirovahiyê aşkera kir. DAIŞ ti carî cudahî nexist navbera pêkhate, netewe û baweriyên herêmê. Hovîtiya çeteyan li dijî hemû van pêkhateyan bû. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê sembola mirovahiya azad bû. Pêkhateyên herêmê jî di berxwedana xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê de ev yek îspat kirin. Ev bîstikên tên jiyankirin ku nûnertiya vîna azad a gelên herêmê dike, bi tîpên zêrîn û xwîna şehîdan li ser rûpelên dîrokê tên nivîsandin. Ev serketina pêk hatiye rêya serketinên mezintir di jiyana hevbeş û biratiya gelan de vekir û wê serketinên mezintir li hin eniyên din pêk werin.

Mozaîka çandî û neteweyî ya bajarê Girê Spî bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Pêkhateyên bajêr bi vê yekê dikarin roleke girîng di avakirina neteweya demokratîk de bilîzin. Serketina berxwedana gel hemû komployên li dijî gelên herêmê vala derxistin û wê derfeta avakirina sîstemeke demokratîk peyda kir. Divê hemû pêkhateyên herêmê ji hewldanên hêzên herêmê bi derxistina tevliheviyê haydar bin û bi siyasetên wan neyên xapandin.

Destwerdana hêzên herêmî di Sûriyeyê de hewldaneke ji bo derxistina tevliheviyê ye. Divê em hemû pêkhateyên herêmê ji vê yekê haydar bin û ji bo avakirina pêşerojeke azad û demokratîk ji bo hemû Sûriyeyê têbikoşin. Ev yek jî bi xwedîderketina li projeya avakirina neteweya demokratîk û pêkanîna wê gengaz e û derfeta serketina mezin peyda dike. Ji ber vê yekê hemû pêkhateyên herêmê li ser bingeha parastina jiyana hevbeş, hevkariya xwe xurt bikin.

Bi vê munasebetê em di serî de ciwanên hemû pêkhateyan ku cihê xwe di nava eniyên berxwedanê de digirin û hemû welatiyên herêmê silav bikin. Em bang li wan dikin ku destên xwe bidin hev û li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê asta berxwedana xwe bilindtir bikin û seranserî herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin.

Em vê serketina mezin pîroz dikin. Em hemû şehîdên ku bi ruhê xwe yê fedekar parastina nirxên buha yên mirovahiyê kirine, di kesayeta şehîd Rûbar, Cîger, Birûsk, Seran û hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin. Em soza xwe ji bo bilindkirina ala azadiyê li ser rêya wan dubare dikin."