Hêzên Kobanê û Cizîrê gihiştin hev

Hêzên YPG/YPJ’ê yên kantonên Kobanê û Cizîrê li ser rêya Reqa û Girê Spî gihiştin hev.

Hêzên YPG/YPJ’ê yên kantonên Kobanê û Cizîrê li ser rêya Reqa û Girê Spî gihiştin hev.

Di çarçoveya pêngava duyemîn a Fermandar Rûbar Qamişlo û serketinên hêzên YPG’ê li Cizîrê û Kobanê bi dest xistin, şervanên YPG/YPJ’ê yên kantona Cizîrê û Kobanê saet di 15.20’an li ser rêya Reqa û Girê Spî gihiştin hev.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê hêzên YPG/YPJ’ê yên Cizîrê û Kobanê beriya kêliyekê li ser rêya Girê Spî û Reqa gihiştin hev.

Li aliyê din jî hate gotin ku hêzên YPG’ê yên ji aliyê Kobanê ve hatine gihiştina ber bajarê Girê Spî.