Komîteya Rêveber a PKK'ê: Şehîdên Meha Hezîranê weke sembolên mirovahiyê û sosyalîzmê, weke nirxên kêmdîtî yên li dîrokê hatine neqişandin, nûnerên enternasyonalîzmê ne ku wê ti carî neyên ji bîr kirin.
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 15 pûşperê 2015, 12:53
Komîteya Rêveber a PKK'ê, li ser malpera fermî ya înternetê daxuyaniyek weşand û 'Şehîdên Meha Hezîranê' bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Yek ji taybetmendiyên jêneveger ên tevgera PKK'ê û Rêbertiya wê, ku weke hişmendiya layîqbûna ji şehîdan re bûye destan ew e, ku bi meşa di bin fermana şehîdan re li dijî dijmin rojane serketinê temsîl dikin û bi bersivdayîna li hêviyên gel re her roj pêşî li jiyana azad vedikin. PKK û Rêbertiya wê, ku bi bawerî û dilsoziyeke ku ti carî bi bîranînên divê xwedî lê bê derketin re nakevin nava nakokiyan û bi vî rengî têdikoş in, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê ji bo hemû bindest û gelên xizan şenseke dîrokî, hêviyeke mezin a azadiyê, şeref û namûs e. Ev yek bi deh hezaran şehîdên xwe re îspat kiriye."
'ŞEHÎDÊN ENTERNASYONALÎZMÊ TI CARÎ NAYÊN JI BÎR KIRIN'
Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Şehîdên Meha Hezîranê weke sembolên mirovahiyê û sosyalîzmê, weke nirxên kêmdîtî yên li dîrokê hatine neqişandin, nûnerên enternasyonalîzmê ne ku wê ti carî neyên ji bîr kirin" û ev xal destnîşan kir:
"Bi dehan şehîdên me yên di dîroka têkoşîna me de ku bi taybetî weke Şehîdên Fîlîstînê tên bîranîn û di berxwedana gelên Ereb a li dijî siyonîzmê de jiyana xwe ji dest dan, eger weke enternasyonalîzm û sosyalîzm bi xwe were nirxandin, wê nirxandineke mafdar û rast be.
Eger armanca dawiyê ya îro hêjayî ji bo wê têkoşîn were meşandin sosyalîzm be, wê demê dijminê herî bê esil ê hêjaye li hember wî têkoşîn were meşandin, kapîtalîzma global e. Rastî ew e, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a îro têkoşîna herî bi xwestek li Kobanê û Şengalê dimeşîne, mîna eniyeke enternasyonal a li dijî modernîteya kapîtalîst, bûye hêviya parastina mirovahî, xweza û civakê. Tabûra enternasyonal û piştevaniya gerdûnî ya li Rojava hatin avakirin, têkoşîna li Şerê Navxweyî yê Spanyayê pêk hat li Kurdistanê vediguherîne serketinê. Em vê serketina xwe, di serî de şehîdên xwe yên Fîlîstînê hevrê Hasan Atmaca, Îrfan Ay, Îsmet Ozkan, Kemal Çelîk, Abdûllah Kûmral, Emîn Yaşar, Mûstafa Marangoz, Şehabattîn Kûrt, Şerîf Aras û Velî Çakmak deyndarê hemû şehîdên xwe yên meha Hezîranê û hevrêyên xwe yên şehîd ên enternasyonalîst in, ku bi baweriya ji sosyalîzmê û jiyana azad, têkoşiyan.
'HEVRÊ MAHÎR DI DEMA KOMÊ DE YEK JI KADROYÊN PÊŞENG BÛ'
Serketinên bêhempa yên yek ji kadroyên pêşeng ên dema komê hevrê Ahmet Guler (Mahîr) ê ji Qers-Goleyê, di roja îro de jî ji hevrêyên gerîla yên ciwan re dibin çavkaniya îlhamê. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Eyaleta Serhedê hevrê Mahîr, ku di şert û mercên herî dijwar de bi dilsozî, berxwedêrî û jiyana xwe ya fedekarî, li dijî pratîk û xeta li derveyî partiyê bi milîtaniya xwe ya rêbertî bû efsane, em bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Em bi biryardarî radigihînin ku em ê ruhê wî yê partiyê û rêbaza wî di her kêliyê de jiyanî bikin.
'KEÇA RAPERÎNER A SERHEDÊ HEVRÊ SEMA'
Keça Raperîner a Serhedê hevrêya xwe Serhildan-Sema Yuce a ku dilsoziya xwe ya bi xeta azadiya jinê û Rêbertiya azad a ew xet afirndiye, bi şewitandina bedena xwe nîşanî dost û dijminan da, bi rêzdarî bibîr tînin û em soz didin ku em ê bi milîtaniya Apoyî beşdarî çalakiya wê ya afirandina pira ji agir a ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê ku bi dil, mejî û bedena xwe afirand bibin û em ê jiyana azad-wekhev pêk bînin.
Ji kadroyên me yên pêşeng ên ku weke şehîdên partîbûyînê em bibîr tînin û cewhera PKK'ê temsîl dike hevrêyê xwe Celal Korelî yê ji Riha-Curnê Reş ê di 15'ê Hezîrana 1980'î de şehîd ket, hevrê hasan Yilmaz ê ji Mereş-Bazarcixê yê di 18'ê Hezîrana 1980'î de şehîd ket û hevrê Yaşar Organ ê ji Dêrsim-Mazgîrtê yê di 7'ê Cotmeha 1983'an de şehîd ket bi mînetdarî û rêzdarî bibîr tînin, dilsoziya xwe bi nirxên wan ji me re hiştine diyar dikin ku soz didin ku em ê bîranîna wan bidin jiyîn.
Di kesayetiya hevrê Baran-Kamber Çelîk ê ji Meletiyê yê di 20'ê Hezîrana 1991'ê de li Çewlikê şehîd ket bibî tînin, soza dilsoziya pê re dubare dikin.
Em radigihînin ku em ê şehîdên Mêrdîn-Kanika yên di 11'ê Hezîrana 1992'an de ji aliyê cerdevanan û tîmên taybet ve hatin qetilkirin ti carî ji bîr nekin û em li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrê Vedat-Yildirim Gulsum ê ji Pasûr a Amedê û hemû hevrêyên pê re di 16'ê Hezîrana 1992'an de li eyaleta Amedê şehîd ketin bibîr tînin û destnîşan dikin ku em ê layiqî wan bin.
Di şexsê hevrêyê xwe Piling-Îhsan Benek ê ji Şirnex-Qilabanê de, hemû hevrêyênx we yên di 20'ê Hezîrana 1992'an de li eyaleta me ya Botanê şehîd ketin bi mînetdarî bibîr tînin û soza bicihanîna xeyalên wan ên şoreşê didin.
Em hevrêyê xwe Kemal-Bûrhan Balca yê ji navenda Dêrsimê û hemû hevrêyên pê re yên di 12'ê Hezîrana 1993'an li eyaleta Dêrsimê di encama operasyona hêzên mêtînger de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza jîndarkirina bîranîna wan didin.
Di şexsê hevrê Kadîr-Agabey Ertaş ê ji Wan-Payîzavayê de hemû hevrêyên di 12'ê Hezîrana 1994'an de li qada Zagrosê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza biryardariya xwe ya bi têkoşîna wan re destnîşan dikin.
Hevrê Îsmaîl-Haci Gulbay yê ji Colemêrg-Çelê û hevrêyên pê re yên di 15'ê Hezîrana 1995'an de li eyaleta Zagrosê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin.
Di şexsê hevrêyên xwe Kamûran-Erhan Atmaca ê ji Agirî û Serhed-Tûncer Erkmen ê ji Qers-Dîgorê hemû hevrêyên xwe yên di sala 1995'an de li eyaleta Serhedê şehîd ketin bi mînetdarî bibîr tînin û dilsoziya xwe careke din diyar dikin.
Em hevrêyên xwe yên di 14’ê Hezîrana 1996’an de li eyaleta Mêrdînê şehîd ketine di şexsê Çekdar-Şerîf Demîrcî yê ji Mîdyad a Mêrdîniye, bibîr tînin û soza girêdayîna bîranîna wan dubare dikin.
Em diyar dikin ku em şehadeta Baran-Suphî Ayşe û hevrêyên ligel wî di 17’ê Hezîrana 1996’an de li zozanên Feraşînê di operasyonekê de şehîd ketine, jibîr nakin û îfade dikin ku wê layîqê berxwedana wan bin.
Em hevrêyên xwe yên di 19’ê Hezîrana 1996’an de li eyaleta Botanê şehîd ketine, di şexsê Botan-Ziya Kayaş yê ji Meletiyê ye, bibîr tînin û li hember bîranîna wan rêzdarin.
Em hevrêyên xwe yên di 18’ê Hezîrana 1997’an de li eyaleta Botanê di operasyonekê de bi berxwedaneke mezin gihiştine şehadetê, di şexsê hevrêya xwe Dîlan-Perîhan Eraslan ya ji Dîlokê ye, bibîr tînin û soza jiyandina bîranîna wan dubare dikin.
Em şehadeta Reyhan-Leyla Reşît ya ji Efrîn-Reco ye û hevrêyên li gel wê yên di 19’ê Hezîrana 1997’an de li eyaleta Zagrosê di pevçûneke bi hêzên neteweperest de şehîd ketine, jibîr nakin û soza xwe ya bilindkirina têkoşîna wan didin.
Em hevrêyên xwe yên di 13’ê Hezîrana 1998’an de li herêma Soran-Hecî Umran şehîd ketine di şexsê hevrêyên xwe Hengav-Selîm Muhammed yê ji Hewlêrê ye û Şiyar-Seyfî Vakkas Kunculu yê ji Pazarcix-Mereşê ye bibîr tînin û soza meşa xwe ya bi biryar ya di rêya şoreşê de didin.
Em şehadeta hevrê Cudî-Sînan Kaya yê ji Hozat a Dêrsimê ye û hevalên ligel wî di 16’ê Hezîrana 1998’an de li Dêrsîmê şehîd ketine jibîr nakin û soza xwe ya wê têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin, careke din dubare dikin.
Em hevrêyên xwe yên di 17’ê Hezîrana 1998’an de li eyaleta Botanê di operasyona li dijî hêzên mêtînger de şehîd ketine di şexsê hevrê Baran-Fevzî Yavuz yê li Depê ji dayik bûye bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya wê berxwedana wan li her derê bidomînin, didin.
Em li hember şehadeta hevrê Yaşar- Hannan Reşît yê ji Efrînê ye û hevalên ligel wî di 18’ê Hezîrana 1998’an de li Xakurkê şehîd ketine, bi rêzdarî serî ditewînin û soza girêdayîna têkoşîna wan didin.
Em şehadeta Ronahî Firat-Cemîle Akyar ya ji Nazmiya Dêrsmiye û li Holandayê ji dayik bû ye û hevrêyên ligel wê di 16’ê Hezîrana 1999’an de li eyaleta Mêrdînê şehîd ketine, bi rêzdarî bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin.
Em hevalên Ayhan-Nezîh Metîn Sever yê ji Bismila Amedê ye û di 1998’an de li eyaleta Amedê şehîd ketiye; hevala Berîtan-Nergîz Adîl ya ji Hewlêrê ye û hevalên xwe yên di 11’ê Hezîrana 1999’an de li Çarçela şehîd ketine; Zagros Ozalp –Engîn Çinar yê ji Qelqeliya Wanê ye û Xemgîn Tolhildan-Çetîn Kaçak yê ji Melezgîra Muşê ye û di 17’ê Hezîrana 2003’an de li Kanîreşa Çewlîkê di kemînê de şehîd ketine; dîsa Zerdeşt-Abdurrahîm Coşkun yê ji Mêrdînê ye û di 17’ê Hezîranê de li Bagokê şehîd ketiye, Çem Ararat-Ekber Polat yê di 20’ê Hezîrana 2004’an de li Melezgîra Muşê şehîd ketiye, Şînda Pazarcix-Ayşe Akfa ya ji Pazarcixê ye, hevalê Dîler Hîva-Faruk Kadrî ya ji Rojhilatê-Sîneyê ye û di 18 Hezîrana 2008’an de li eyaleta Dêrsîmê şehîd ketine bibîr tînin û soza avakirina jiyana azad didin.
Em hevrê Avareş –Alî Çelîk ku di 14’ê Hezîrana 2008’an de li Xolxol-Çewlikê jiyana xwe ji dest daye bibîr tînin.
Em di vê esasê de şehîdên meha Hezîranê bibîr tînin. Dîsa komkujiya Zîlan ya di 1930’î de ji aliyê dewleta faşîzan ya T.C ve pêk hatiye, kedkarên şoreşê yên di 15-16’ê Hezîrana 1970’ê de hatine qetilkirinê û hevrêyên xwe yên YPG’ê ku di pêngava Şehîd Rubar de jiyana xwe ji dest dane û nûnerên enternasyonalîzmê bi rêzdarî bibîr tînin û em soza xwe ya aştî û serketinê bi vê wesîleyê careke din didin şehîdên xwe û gelê xwe.
EM DI VÊ MEŞA PÎROZ DE CIH BIGIRIN
PKK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Em dibêjin; şehîdên me rêya jiyana azad li me hemûyan vekirin. Wezîfeya dikeve ser milê me ev e ku di vê rê de meşandin be. Bila di vê mijarê de gumana ti kesî tinebe. Em ê layiqê rêbertiya xwe û şehîdên xwe bin.
Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku di vê meşa pîroz de cih bigirin û silav û rêzên xwe dişînin."