Şahîn û Onlu mezbateyên xwe wergirtin

Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu mezbateyên xwe wergirtin.

Parlamenterên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu piştî hilbijartinên giştî yên dema 25. îro mezbateyên xwe ji Desteya Hilbijartinê ya Dêrsimê wergirtin.

Şahîn û Onlu bi Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Makbûle Tolga û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Aslan Çag re çûn Edliyeya Dêrsimê. Piştî wergirtina mezbateyan parlamentera HDP’ê Edîbe Şahîn li ber edliyeya Dêrsimê axivî û da zanîn ku ji bo pêkanîna aştiya civakî wê têkoşîna xwe bimeşînin û wiha berdewam kir: "Ez li vir soz didim ku ji bo aştiya civakî pêk bê em ê têkoşîneke çalak bimeşînin. Em wek Dêrsimê parçeyeke ji Tirkiyeyê ne.  Bendewariyên Tirkiyeyê di heman demê de yên Dêrsimê ne jî. Xeyala me pêkhatina aştiyê ye. Me wek HDP ev hêvî mezin kir. Em ê bibin neferê vê hêviyê."

Şahîn bi lêv kir ku Dêrsimê rûyê Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: "Di jiyana civakî de asta wekheviya di navbera jin û mêr de bi awayekî cidî derdikeve pêş.  Di nava civaka Elewî de jin û mêr ji hev nayên cudakirin.  Her kes mirov û can e. Li Dêrsimê hilbijartina jinekê ya wek parlamenter hinek dereng bû. Ji vir şûnde em ê cihê xwe nedin mêran."

Alîcan Onlu jî ji bo her kesê piştgirî dane wan spas kir û diyar kir ku ew ê wek nûnerên Tirkiye û hemû gelan têkoşînê bimeşînin.