Di êrîşa bombeyî de, midûr ambulans neşand

Ji ber ambulans neşandin mîtînga HDP’ê ya 5’êHezîranê ya li Amedê der heqê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr ê Amedê Mehmet Saît Avar û Alîkarê Midûrê ji Serwîsa Lezgîn 112 berpirsyar Hakan Karakaş de gilî hat kirin.

Ji ber ambulans neşandin mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê ya li Amedê der heqê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr ê Amedê Mehmet Saît Avar û Alîkarê Midûrê ji Serwîsa Lezgîn 112 berpirsyar Hakan Karakaş bi sedema “wezîfeya xwe xerab bikaranîn” û “îxtîmala bi qestî kuştina mirovan” de gilî hat kirin.

Şaxa SES’ê ya Amedê, tevî ku beriya mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê, 2’yê Hezîranê ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re nivîsek şand û xwest ambulansên pêwîst li qadê bin jî, ji ber Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr ê Amedê Mehmet Saît Avar û Alîkarê Midûrê ji Serwîsa Lezgîn 112 berpirsyar Hakan Karakaş ambûlans neşandin der barê wan de gilî kir.

PIŞTÎ TEQÎNÊ JÎ AMBÛLANS NEŞANDIN

Li gor agahiyan, di du teqînên mîtînga HDP’ê ya Amedê de ku bi sedan mirov birîndar bûn, Odeya Tabîban û Hevserokên SES’ê çûne cem Alîkarê Midûrê ji Serwîsa Lezgîn 112 berpirsyar Hakan Karakaş, gotine ku gelek birîndar hene û jê xwestine ambûlansan bişîne. Lê Karataş gotiye, ambulans bi qasî têr dikin nînin û ambulans neşandine qadê.