NCDK a Înnsbruckê kongreya xwe ya 1. lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê, 1. kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku beriya mehekê li bajarê Înnsbruckê vebû, 1. kongreya xwe lidar xist. Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de, rewşa dawî ya siyasî û encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatin nirxandin.
Di kongreyê de raporên li ser xebata salekê û rewşa malî hatin xwendin û nirxandin. Di encama nirxandinênl kongreyê de hat ragihandin ku divê rêbaza berê ya rêveberiyê were guhertin û biryar hat dayîn ku meclîsa komun were avakirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî tevlî kongreyê bûn û nirxandin kirin.
Dûre Meclîsa Komun a ji 28 kesan a ji çar parçeyên Kurdistanê hat hilbijartin. Gamze Eren û Hîwa Karîm jî jib o Hevserokatiyê hatin hilbijartin.