Serketina HDP'ê li Danîmarkayê hat pîrozkirin

Li bajarê Danîmarkya Horsensê, bi beşdariya siyasetmedarên Danîmarkî, hejmareke zêde Kurdistanî û Tirkiyeyiyan re serketina HDP'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Li bajarê Danîmarkya Horsensê, bi beşdariya siyasetmedarên Danîmarkî, hejmareke zêde Kurdistanî û Tirkiyeyiyan re serketina HDP'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Horsensê û Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Danîmarkayê ve hat organîzekirin bi dirûşma "Me bend hilweşand, em ê serketinê bi hev re pîroz bikin" pêk hat. 

'REWŞA RÊXISTINÎ BI XWE RE SERKETIN ANÎ'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Horsensê Erol Karaman peyivî û destnîşan kir ku sedema herî mezin a serketina HDP'ê, rewşa rêxistinî ya gel e.

Li ser navê Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê Cemal Ozsaygi, Alî Kiy û Feramûz Şah Acar jî axivîn û ji ber xwedîderketina li HDP'ê, spasiyen xwe pêşkêşî gel kirin.

Ji parlamenterên Partiya Koalîsyona Sor-Kes a Danîmarkayê Enhedslîstenê Nîkolaj Vîllûmsen û Maja Albrechtsen jî li vir peyivîn û gelê Kurd ê li Rojava li ber xwe dide û serketina HDP'ê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de muzîsyenê Kurd Mûrat Kuçukavci derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

...