Doza Somayê wê sibe dewam bike

Doza Somayê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê, bi hinceta ku parêzerên bersûcan parêzerên zêdeyî yek kesî ne û ji ber vê yekê dibe ku pevçûn li ser berjewendiyan derkeve, ji bo parêzerên cuda bên wezîfedarkirin, taloqî sibe hat kirin.

Rûniştina duyemîn a doza li ser karesata li Somayê, ku di encamê de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan, li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê hat dîtin. Di dozê de 8 jê girtî 45 kes tên darizandin. Di destpêka rûniştinê de, bersûcên negirtî tên darizandin Necatî Karadenîz û Harûn Yilmaz xwe parastin.

Karadenîz û Yilmaz îdîa kirin ku ew ji bo kontrolkirina maseyên gazê erkdar nînin û sûcdarî red kirin. Parêzerên mexdûran dûre mafê axaftinê wergirtin û diyar kir ku parêzerên bersûcan parêzeriyê ji zêdeyî yek kesî re dikin û ji ber vê yekê dibe ku pevçûn li ser berjewendiyê derkeve. Parêzerên mexdûran xwestin, ji bo parêzeriya bersûcan parêzerên nû werin wezîfedarkirin.

Heyeta dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir û ji bo bicihanîna vê yekê, doz ji bo sibe taloq kir.