Li hember çeteyên li Girê Spî ji 4 milan ve operasyon

Operasyonên rizgarkirina bajarê Til Ebyadê (Girê Sipê) ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ, Liwa El-Tehrîr û Burkan El-Firat ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin, bi hemû hêza xwe didomin.

Şervanên YPG/YPJ’ê ku şevê din ji aliyê rojhilat ve ketibûn Til Ebyadê, îro jî piştî ku baskê Kobanê û Cizîrê gihîştin hev û Deriyê Sînor hate bidestxistin, li gel Liwa El-Tehrîr û Burkan El-Firat ji 4 aliyan ve operasyona rizgarkirina bajar didomînin.  Welatî jî vedigerin malên xwe.

Operasyonên rizgarkirina bajarê Til Ebyadê (Girê Sipê) ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ, Liwa El-Tehrîr û Burkan El-Firat ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin, bi hemû hêza xwe didomin.

Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê şevê din ji aliyê rojhilat ve ketin bajarê Til Ebyadê, îro jî hêzên YPG’ê û Burkan El-Fiat ên aliyê Kobanê û hêzên YPG’ê yên Cizîrê gelek gund rizgar kirin û li başûrê bajara gihîştin hev. Di saetên pîştî nîvro de jî, hêzên YPG’ê û Lîwa El-Tehrîr Deriyê Sînor ê Til Ebyad û Kaniya Xezalan (Akçakale) ji çeteyan paqij kirin.

Bi van operasyonan bajarê Til Ebyad bi temamî hate dorpêçkirin û hêzên YPG, Burkan El-Firat û Lîwa El-Tehrîr ji çar aliyan ve operasyonên rizgarkirina bajar zêde kirin.

Di operasyonan de heta niha gelek çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxaneyên wan jî hatine desteserkirin. Lê der barê encaman de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.

Operasyon dom dikin.