HPG: Em sê lehengên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin

HPG'ê 3 gerîlayên di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 3 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê gelek dem û pêşketinên girîng derbas kiriye û hat gotin, "Tevgera me ya azadiyê ku bi dayîna berdêlên giran re ev pêvajoyên girîng jiya ye, bi watedarkirina rastiya Şehîdan re her gava avêtiye bi ser xistiye. Di vî warî de, Şoreşa Kurdistanê û tevgera PKK'ê rastiya gelekî afirandiye ku di rastiya her şehadetê de pêvajoyeke nû, pêngav nû derxistiye holê û di xeta serketinê de meşiya ye. Sê hevrêyên me yên giranguha tevlî karwana şehîdên bûn, ku afirînerên van berdêlên mezin in."

'HEVALÊ DIJWAR DI GERÎLATIYA SERDEMA NÛ DE BÛ HOSTA'

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"Hevalê Dijwar Diyar ê ji Şirnexê tevlî refên têkoşînê bû, ev berpirsyariya dîrokî ya hevrêyên wî yên ji derdora malbatê tevlî têkoşîna azadiyê bûn û şehîd ketin, dewir girt û dest bi berxwedanê kir. Wî di nava têkoşîna aktîf de cih girt û berê xwe da çiyayên azad. Bi perwerde û sekna xwe ya serketî re, hevalê Dijwar ji bo di gerîlatiya serdema nû de bibe hosta kedeke mezin da û di dema bicihanîna wezîfeyê de di sala 2014'an de gihîşt şehadetê.

'KEDKARÊ MEZIN HEVALÊ HEMÎN'

Hevale me Hemîn Dêrsim ê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, bi eleqeya mezin a ji têkoşîna berxwedana gelê Kurd û hestê berpirsyariya neteweyîbûyînê tevlî refên têkoşînê bû, bi tevlîbûneke xurt li nava refên gerîla gelekî zû bi pêş ketiye. Hevalê Hemîn ê ji kevneşopiya malbateke berxwedêr tê, bi hişmendiya têkoşînê ya Rêber Apo re xwe gihand biryardariyeke xurt. Hevalê Hemîn ku ew daxwaz di dilê xwe de hildigirt, ji bo her wezîfeyê bi ser bixîne kedeke mezin da. Hevalê Hemîn di dema bicihanîna wezîfeyê de di Hezîrana 2015'an de tevlî karwanê şehîdan bû.

'HEVALÊ BAŞÛR TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ'

Hevalê Başûr Gever ji Colemêrgê tevlî refên têkoşînê bû. Hevalê Başûr ku li cihekî gelê Kurdistanê yê welatparêz bi xurtî li Rêber Apo derdikeve mezin bû, berê têkoşîna xwe da çiyê. Hevalê Başûr ku xwe bi pêş xist û mezin bû, di sala 2010'an de ji ber qezayekê tevlî karwanê şehîdan bû.

Di şopa şehîdan de, ji bo jiyana azad û nû li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bê avakirin, meşa serketinê ya di rêya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo de wê bi xurtî dewam bike. Tevgera me ya ku di her şehadetê de xwe nû dike, xwe xurt dike, di şehadeta hersê hevrêyan de jî wê heman biryardariya têkoşînê xurt bike û bimeşîne."

NASNAMEYA HER SÊ GERÎLAYAN

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:

Haşim Bîlîr bi nasnav Dijwar Diyar Cûdî, li Şirnexê ji dayik bû, di 28'ê Cotmeha 2014'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

Servet Nesreddîn bi nasnav Hemîn Dêrsim, li Silêmaniyeyê ji dayik bû, di 1'ê Hezîrana 2015'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

Selîm Korkmaz bi nasnav Başûr Gever, li Colemêrgê ji dayik bû, di 25'ê Kanûna 2010'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

...