Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.
Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Kobanê cenazeyên şervanên YPG’ê Fêsel Ismaîlo (Bêkes Kobanê), Ehmed Mistefa Kîlo, Ebdela Mihemed Heso û Delîl Ehmed Şêxo (Fîras Kobanê) yên di berxwedana rojava û rojhilatê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê li goristana Şehdîd Dicle ya li gundê Termik spartin axê.
Bi sedan welatiyên Kobanê bi armanca wergirtina cenazeyan li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê kom bûn. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanan û alên TEV-DEM, YPG, YPJ û PYD vekiribûn û bê navber dirûşme qîriya û bi wergirtina cenazeyan re ket ser rêya goristanê.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto axivî û sersaxî ji malbatên şervanan re xwest. Îto diyar kir ku bi ked û saya berxwedana cangoriya îro li Rojava aramî û rêveberiya civakî heye û soza şopandina rêya cangoriyan dubare kir.
Di merasîmê de li ser navê YPG’ê Çekwar Kobanê axivî, bal kişand ser berxwedana Kobanê û destnîşan kir ku li Kobane efsaneyên dîrokî rû dane. Kobanê di dawiya axaftina xwe sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina rêya cangoriyan heta serketina mayînde da. Di berdewama merasîmê de li ser navê Tevgera Ciwanên Demokratîk Zerdeşt Kobanê û li ser navê Yekîtiya Star Leyla Umer axivîn û gotin em di hizûra 4 şervanên azadiyê de soza tekoşîn û berxwedanê dubare dikin.
Piştî axaftin bi dawî bû girseya gel cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan spart axê.