Cenazeyê şervanê YPG'ê Çîftçî bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Tûrgût Çîftçî (Şervan Çekdar), bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî li gundikê Şorik ê Ebexê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Tûrgût Çîftçî (Şervan Çekdar), bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî li gundikê Şorik ê Ebexê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Tûrgût Çîftçî (Şervan Çekdar) yê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Rihayê hat wergirtin û li pêşiya navçeta Wan Ebexê bi konvoyeke ji sedan wesayîtî hat pêşwazîkirin.

Cenaze ji vê derê, bi konvoyê birin gundikê Şorik ê cihê lê ji dayik bûye. Li pêşiya gund darbesta cenaze ji wesayîtê hat daxistin û girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" ber bi Goristanê ve meşiya.

Di merasîma cenaze de rêveberên MEYA-DER, HDP, DBP'ê û Hevşaredarên Navçeyê amade bûn. Piştî veşartina cenaze, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li Kobanê azadî tê avakirin û got, "Welat bi xwînê ava dibin, şehîdên me ji bo welatê me ji çeteyên barbar DAIŞ'ê rizgar bikin, canê xwe feda kirin. Îro ji bo me ne şîn e, ji bo me roja têkoşînê ye. Duh Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, 'YPG, YPJ, PKK diçin li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Girê Spî (Til Ebyad) dikeve destê YPG'ê.' Ji ber ku Kurd Girê Spî qezenç dikin bi zora wî çûye. Ji ber vê yekê em dibêjin îro ji bo me ne şîn e, Recep Tayyîp Erdogan li qesra xwe di şînê de ye. Em ji bo hêjayî vê şehadetê bin soz didin ku em ê têkoşîna wan dewam bikin. Wê tevahiya gelê Kurdistanê vê têkoşînê dewam bike."

Bavê şervanê YPG'ê Çîftçî Mûstafa Çîftçî jî got, "Hûn hemû bi xêr hatine. Tûrgût kurê min bû, lê bû şehîdê tevahiya Kurdistanê. Bila serê Rêber Apo sax be. Bila serê gelê Kurd sax be. Ji bo gelê xwe, ji bo zarokên biçûk ên li Kobanê canê xwe feda kir. Îro jî Tûrgût şehîd e û şehîdê me hemûyan e. Bila serê tevahiya gelê Kurd sax be."

Piştî merasîmê girseya gel sersaxiya malbatê kir.