Gerîlayê HPG’ê Kaplan li Nisêbînê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îlyas Kaplan (Piling Azad) ê sala 2010'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji Goristana Kalealti hate wergirtin û li Nisêbînê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îlyas Kaplan (Piling Azad) ê sala 2010'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ve ji Goristana Kalealti ve hate wergirtin û anîn navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê. Cenazeyê Kaplan bi konvoyekê anîn Taxa Newrozê ya Nisêbînê. Piştî demekê li malê hate sekinandin birin Mizgefta Qişla ya li Kolana 27'ê Gulanê. Cenazeyê Kaplan li ber mizgeftê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Kaplan ji aliyê girseyê ve hate wergirtin û ber bi Goristana Şehîtlikê ve bi meşê birin. Di meşê de alên PKK, KCK û YPG'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Kaplan hatin hilgirtin û dirûşmên "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Şehîd namirin", "Tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin gotin.
Piştî meşê cenazeyê Kaplan li goristanê hate definkirin. Piştre Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Latîf Tabar axivî û diyar kir ku bi saya ciwanên Kurd îro dengê gelê Kurd li çar aliyê cîhanê bilind dibe.
'ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ'
Bavê Kaplan Abdulcelîl Kaplan jî wiha got: "Hemû gelê me li ser serê min û çavên min hatine. Ez spasiyê xwe li we hemûyan dikim. Ev şehîdê Kurdistanê ye. Serê Rêberê Apo û hemû gelê Kurd sax be."
Piştî axaftinan girse derbasî konê sersaxiyê bû.