Demîrtaş tevlî bîranîna kesên di êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan bû, hişyar kir ku li Tirkiyeyê di malên hicrikan de bi sedan endamên DAIŞ’ê yên li benda talîmata êrîşê ne hene û got, “Ez bi gumanim ku bi sedan li cihên Tirkiyeyê li benda fermana çalakiyan e. Rêya astengkirina wê ev e ku rêyên desteka dewletê bên deşîfrekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û endamên HDP'ê li cihê bombeyên di mîtînga Amedê de teqiyan kesên jiyana xwe ji dest dan bîranîn. Demîrtaş li cihê bombe lê teqiyan axivî û diyar kir ku mîtînga wan a fînalê rastî êrîşekî nemerdî hate û êrîşa li dijî mirovahiyê şermezar kir. Demîrtaş sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û got, "Êrîşeke rageşiyekê derxe û provokasyoneke mezin derbixe û kaoseke mezin bike bû. " Demîrtaş spasî li hemû kesên êrîş vala derxistin kir.
'EM Ê HER TIM BIŞOPÎNIN'
Demîrtaş wiha got: "Di encama teqînê de dibe ku sedan kesan jiyana xwe ji dest daba. Xwestin li Amedê ber bi welat ve şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Dibe ku hilbijartin pêk nehatiba. Wê pêvajoyeke weke Sûriyeyê hatiba jiyîn. Kiryarek heye û hatiye girtin. Dosya veşartiye. Ji min û hevalên min re ti daxuyanî nehatiye kirin. Komkujiyeke mezin hatiye kirin. Hê me ti agahî negirtin. Kiryarekî hatiye girtin heye. Têkîlî, hevkarên herêmî, têkiliyên li Riha û Dîlokê divê hemû bên derxistin. Wezîrê Karên Hundir divê bi awayekî fermî partiya me agahdar bike. Bila raya giştî bizane û em jî dixwazin hîn bibin. Em pêşiya vê bûyerê bernadin. Tehlûke berdewam dike. Kê piştgirî dayê bila derxin. Ji Sûriyeyê hat û li vir nikare du bombeyan biteqîne li vir piştgirî girtiye. Di nava hikûmetê de piştgirî heye. Ev tehlûke berdewam dike. Rêya parastina vê yekê têkîliyên di nava hikûmetê de derbixin e. Em samîmiyetê dixwazin. Ev yek jî bi lêpirsîneke vekirî wê pêk bê."
Demîrtaş hişyar kir ku li Tirkiyeyê di malên hicrikan de bi sedan endamên DAIŞ’ê yên li benda talîmata êrîşê ne hene û got, “Ez bi gumanim ku bi sedan li cihên Tirkiyeyê li benda fermana çalakiyan e. Rêya astengkirina wê ev e ku rêyên desteka dewletê bên deşîfrekirin.
Li Tirkiyeyê hin partiyan sersaxî nexwestin. Yên êş parve nekirine ji vê kêfxweş bûne. Lê ligel vê yekê jî wê aştî û biratî bi ser keve.
DEZGEHEK HEYE
Li Amedê dezgehek heye. Îstixbarata wê li herêmê li dijî 100 kesan êrîş pêk bê tê dayîn. Teblîgat tên kirin. Ev ji serokê komeleyê re jî tê kirin. Balkêş e piştî du rojan tê kuştin. Gelek mîlîtan elemanên Hîzbullahê niha li Amedê hatine biçekkirin. Li malên xwe hatin biçekkirin. Dema li hember wan êrîş pêk bên wê li kê bixe ew jî hatiye diyarkirin. Kî wê kengî li kê bixe jî hatiye diyarkirin. Heman kêliyê Hîzbullahçiyan 4 hevalên me qetil kirin. Hîzbullah heke dibêjin em hatin provokasyonê em nizanin ancax em ê lanetê bibarînin. Na eger bêjin, ‘Em bikar anîn, li serokê komeleya me dan, HDP’yî înfaz kirin' divê ji gel lêborînê bixwazin û aqilê xwe komî serê xwe bikin. Heke ne wisa be weke salên 90’an wê bên bikaranîn. Weke partî feraseta me ya hin kesan nîşan bidin tineye. Li holê şerê Kurd û Misilmanan tineye. Li holê DAIŞ a hov û tecawizkar û li dijî wê jî berxwedana bi rûmet a gel heye.
NEYÊN LÎSTIKÊN ERZAN
Me li herêmê dengên pir zêde girt. Ev berpirsyariyê dixe ser milê me. Ji sedî 85-90 deng girtin me şaşwaz nake. Berpirsyariyê dide. Li xurtbûna HDP’ê divê hemû kadroyên me bi berpirsyariya bêhtir xizmetkirinê tevbigerin. Li vî axê mafê siyasetkirinê heye. Bila hemû kes rêzdar be, siyaseta xwe pêk bîne. Neyên lîstik û dezgehên qirêj û erzan.
WÊ AŞTÎ Û ÇARESERÎ BI SER BIKEVE
Roj ne roja hevdu tehdîdkirinê ye, ne roja hêza xwe nîşanî hevdu bidin, divê aştiya hevpar pêk bînin. Bila li paşerojê binêrin. Di 6-8’ê Cotmehê de dezgeh çawa bû careke din bila bibînin. Bila xwe nedin bikaranîn. Bila tetîkeşiyê nekin. Bila xizmetî gel bikin. Bila xwe rêxistin bikin, mîtîngan pêk bînin. Ev têkoşîneke îdeolojîk e.”
Paşê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî axaftinek kir. Piştre Demîrtaş bersiva pirsên rojnamegeran da.