Du ciwanên HDP'yî hatin binçavkirin

Du ciwanên HDP'yî yên ji bo dayîna îfadeyê çûn emniyetê, hatin binçavkirin.

Du ciwanên HDP'yî yên ji bo dayîna îfadeyê çûn emniyetê, hatin binçavkirin.

Li navçeya Amed Çermûgê, Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê bang li endamê Meclîsa Ciwanên HDP'yî yên Navçeyê Sezer Akbûlût û Onûr Yuksel kir ku ji bo dayîna îfadeyê bên emniyetê.

Yek ji ciwanan, dema diçû emniyetê û yê din jî li navenda Çermûgê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat ragihandin ku her du ciwan li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin.