Li sînorê Rojava yê Cizîrê ji ber agir, bi dehan donim genim şewitî.
ANF
ŞIRNEX
în, 12 pûşperê 2015, 16:37
Li sînorê Rojava yê Cizîrê ji ber agir, bi dehan donim genim şewitî.
Li sînorê Rojava yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê şewat derket. Şewata piştî nîvro li ber Nexweşxaneya Dweletê ya Cizîrê destpê kir di demeke kurt de ber bi Kantona Cizîrê ya Rojava ve mezin bû.
Ekîbên îtfaiyeya Cizîrê û kepçe û îtfaiyeyên ji aliyê Rojava ve hatin hewl dan agir vemirînin. Ji ber agir demeke dirêj dewam kir, bi dehan donim genimê li Rojava hatibû çandin bû xwelî. Gelê li derdorê jî diyar kir ku şewat li qereqola li sînorê Rojava ya li bernexweşxaneya dewletê derketiye.