Cenazeyê Şervana YPJ'ê Sonmez ji aliyê jinan ve hat hilgirtin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li Wanê hate definkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li Wanê hate definkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li Wanê hate definkirin. Bavê Sonmez, Niyazî Sonmez di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Deme keça min ji malê derket heskirinekî wê hebû. Ji bo wê têkoşîn meşand. Ji ber di temenekî ciwan de gihişte heskirina xwe ez serbilind im."
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Rihayê anîn Wanê. Cenazeyê Sonmez li duryana riya Wan û Westanê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Sonmez pişt re anîn ber Meclîsa Gel a Taxa Yenî. Pişt re derbersta Sonmez ji aliyê jinan ve hate wergirtin û bi meşê ber bi Şehîdgehê ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Sonmez, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşmeya "Şehîd namirin" hate berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Sonmez li goristanê ji aliyê jinan ve hate definkirin. Parlementerên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan û Selamî Ozyaşar, HDP, DBP, hevşaredar û bi sedan welatî tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Pişt re Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn axivî û diyar kir ku Sonmez li Kobanê û Şengalê ji bo Kurdistanê têkoşîn meşand û wiha got: "Em jî soz didin em dê di riya wan ronî kirî de bimeşin û têkoşînê bidomînin." Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Keve Işik jî sersaxî li malbat û gelê kurd da û diyar kir ku he roj canên xwe defin dikin. Işik anî ziman ku ji ber vê yêkê gelek xemgîn in û wiha got: "Me ji AKP'ê re got em aştiyê dixwazin. Lê AKP'ê her roj şer li hemberî me sor kir û her roj dilê me dişewite. Dilê me bişewite jî şehîdên me ji Kurdistanê re bihar anîn."
Bavê Şervana YPJ'ê Sonmez Niyazî Sonmez jî wiha got: "Dema keça min ji malê derket heskirinekî wê hebû. Ji bo wê têkoşîn meşand. Ji ber di temenekî ciwan de gihişte heskirina xwe ez serbilind im." Xwîşka Sonmez Mîzgîn Sonmez jî diyar kir ku di riya têkoşînê de gelek kesan canê xwe fida kirin.
Piştî merasîma cenaze girse ji goristanê veqetiya.