Li hember Hevşaredarê Mehmûdî êrîşa bi keviran

Hevşaredarê Mehmûdî Abdulkadîr Çalişkan dema bi wesayîta xwe diçû rastî êrîşa bi keviran hat.

Hevşaredarê Mehmûdî Abdulkadîr Çalişkan dema bi wesayîta xwe diçû rastî êrîşa bi keviran hat.

Wesayîta Hevşaredarê Mehmûdî A.Kadîr Çalişkan li nêzî devera Memedan a Wan-Qerqelî ji aliyê du wesayîtan ve hat astengkirin. Dema Çalişkan nesekinî kesên ji wesayîteke pîkap daketin kevir avêtin wesayîta Çalişkan. Di êrîşa keviran de ku hevsengiya wesayîtê xera bû Çalişkan hakimiyeta xwe ya li ser dîreksiyon winda nekir. Her du wesayîtên din ketin rêyên cuda û şopa xwe winda kirin.  

Çalişkan ê piştî bûyerê daxuyanî da got, “Ji ber navçeya Mehmûdî ya Wanê di hilbijartinan de ji sedî 94.26 deng da HDP’ê hin destên qirêj dixwazin vê sabote bikin.”